Dinya

Îsraîl li dijî bakur û başûrê Xezeyê êrîşên asîmanî û bejahî didomîne

Ramzi Mahmud, Safiye Karabacak  | 28.01.2026 - Rojanekırın : 28.01.2026
Îsraîl li dijî bakur û başûrê Xezeyê êrîşên asîmanî û bejahî didomîne

Gazze

 Artêşa Îsraîlê digel peymana agirbestê ya ku di 10ê Cotmehê da ket rewacê, li dijî bakur û başûrê Xeta Xezeyê êrîşên asîmanî û avêtina topan didomîne.

Li gor çavkaniyên herêmî, li herêmên dagirkirî yên Cîbaliyaya ku dikeve bakurê Xezeyê du teqînên tund çêbûn.

Yekîneyên topavêj ên artêşa Îsraîlê taxên rojhilatê yên bajarê Xezeyê dan ber topan û bi tivingên bimakîne gule lê reşandin.

Balafirên şer ên Îsraîlê li Dêr Beleh û Xan Yûnisê jî êrîşên asîmanî kirin.

Hê tu daxuyanî nehatiye dayîn bê ka di êrîşan da kuştî an jî birîndar hene yan na.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın