Îsraîl digel agirbestê li Xezeyê êrîşên xwe didomîne
Gazze
Artêşa Îsraîlê digel agirbesta ku di rewacê da ye, êrîşên esmanî birin ser gelek herêmên Xeta Xezeyê û bi topan êrîşî herêman kir.
Li gor agahiya ku şahidên herêmê dan nûçegihanê AAyê, topavêjên Îsraîlê taxên rojhilata bajarê Xezeyê kirin hedef, di heman demê da bi wesayîtên eskerî gule berdan herêmê.
Balafirên şer ên Îsraîlê jî êrîşên esmanî birin ser Xan Yûnisa başûrê Xeta Xezeyê û bajarê Dêr Belaha li naverasta Xeta Xezeyê.
Artêşa Îsraîlê li rojhilata bajarê Xezeyê gelek avahiyên li herêmên ku kontrol dike jî kavil kirin.
Der barê encama van êrîşan da hê tu agahî nehatiye dayîn bê ka kuştî yan jî birîndar hene yan na.
- Îsraîlê 10 Filistîniyên ku li Xezeyê derdest kiribûn berda
Hat ragihandin ku Îsraîlê 10 Filistîniyên ku li Xeta Xezeyê derdest kiribûn berda.
Di daxuyaniya nivîskî ya Buroya Dîlan a girêdayî Hemasê da hat ragihandin ku Îsrîalê 10 Filistîniyên ku li Xeta Xezeyê derdest kiribû serbest berdan.
Hat diyarkirin ku dîlên Filistînî ji Deriyê Sînor ê Kerîm Ebu Salim ketin Xezeyê.
Di daxuyaniya Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) da jî hat destnîşankirin ku dema dîlên Filistînî anîn Xezeyê rayedarên ICRCyê li gel wan bûn.
Hat gotin ku piştî ku dîlên Filistînê ketin Xezeyê wan neqlî Nexweşxaneya Şehîdên Eqsayê ya li bajarê Deyr el-Belahê kirin.
Der barê rewşa tenduristiya Filistîniyan da hê agahî nehat dayîn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
