Îranê ragihand ku li keştiya piştgiriya muharebeyê ya Amerîkayê xist
Ankara
Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê ragihand ku bi êrîşên fuzeyê keştiya piştgiriya muharebeyê hedef girtin.
Di daxuyaniya Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê da hat gotin ku "Neteweya Îranê ya bi şeref, Keştiya Piştgiriya Muharebeyê ya MSTê ya Amerîkayê bi fuzeyên Sîtola Mihafizên Şoreşa Îranê va bi tundî hatin lêxistin."
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku hêmanên din ên sîtola Amerîkayê jî dê bibin hedefa fuze û wesayîtên asîmanî yên bêmirov ên Hêzên Çekdar ên Îranê.
- Êrîşên Amerîka-Îsraîlê yên dijî Îranê û bersivên Îranê
Dema mizakereyên pêvajoya mizakereyê ya di navbera Îran û Amerîkayê da berdewam dikir Îsrîal û Amerîkayê sibehê êrîşên hevpar birin ser Îranê.
Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand ku Îsraîlê dijî Îranê "êrîşên bergir dan destpêkirin. Serokê Amerîkayê Donald Trump jî eşkere kir ku dijî Îranê "operasyoneke mezin" dan destpêkirin.
Di çarçoveya êrîşan da paytext Tehran, bajarên Îsfexan, Kerec, Qum, Tebrîz, Buşehr, Kirmanşah û Îlamê hedef hatin girtin.
Îsraîl û Îranê sehaya asîmanî girtin û li tevahiya Îsraîlê rewşa derasayî hat îlankirin, sîrenan lê xist. Berî êrîşên bersivê yên Îranê bo gelê Îsraîlê hişyariyên ji bo ku biçin sitargehan hatin dayîn.
Artêşa Îranê ragihand ku wek bersiva êrîşên Amerîka û Îsraîlê bi dehan fuzeyên balîstîk û wesayîtên asîmanî yên bêmirov dijî Îsraîlê êrîş dan destpêkirin.
Îranê bi êrîşên fuzeyê di heman demê da baregehên Amerîkayê yên li welatên wekî Bahreyn, Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî, Kuweyt, Qeter û Urdinê hedef girtin û sîtola Amerîkayê ya li Bahreynê hat lêxistin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
