Îranê ragihand ku di bûyerên li welêt da 3 hezar û 177 kes mirin
Ankara
Îranê ragihand ku di bûyerên ku dema xwepêşandanên li welêt ji ber pirsgirêkên aborî derketin da hêzên ewlehiyê û sivîl jî di nav da 3 hezar û 117 kes mirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Weqfa Şehîd û Xaziyan a Îranê ya ku sipart daneyên Saziya Tibê Edlî da hat diyarkirin ku di bûyerên şidetê yên ku dema protestoyên li gelek cihên welêt derketin da 3 hezar û 117 kes mirin.
Hat diyarkirin ku ji kesên mirin 2 hezar û 427 jê hêzên ewlehiyê û welatiyên sivîl in ku bi destê "komên terorê yên çekdar" va hatine kuştin û hat gotin ku ev wek "şehîd" tên hesibandin.
Hat ragihandin ku piraniya kesên di bûyeran da hatin kuştin "welatiyên ku di encama êrîşên çekdarî û çalakiyên terorê da ji rê ra derbas dibûn û hin jê jî xwepêşandêr in ku bi destê hêmanên terorîst di dema xwepêşandanan da hatin kuştin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
