Îranê ragihand di êrîşên dijî Îsraîlê da cara ewil moşeka balîstîk Hayberşiken ya pirserî bikaranî

Ankara
Îranê ragihand ku di êrîşên dijî Îsraîlê da cara ewil moşeka balîstîk Hayberşiken ya pirserî bikaranî.
Televîzyona Dewletê ya Îranê derbarê pêla 20em ya "Herekata Rast ya Hayberşiken" ya Artêşa Mihafizên Şoreşê serê sibê da destpêkirin da daxuyanî da.
Di daxuyanîyê da hat ragihandin di êrîşa Îranê ya dijî Îsraîlê da cara ewil moşeka balîstîk Hayberşiken ya pirserî hat bikaranîn herwiha 40 moşekên bi sotemenîya av û ya hişk hatin agirkirin.
Di daxuyanîyê da hat diyarkirin ku "Balafirgeha Ben Gurion, navenda lêkolînê ya bîyolojîk, navenda kotrol û fermandayînê hedef hatin girtin."
Hatibû ragihandin ku menzîla moşeka balîstîk Hayberşiken 1450 kîlometre ye û leza wê di saetekê da 5000 kîlometre ye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.