Îranê li Tengava Hurmuzê bi sedema "qaçaxiya sotemeniyê" dest danî ser tankerekê
Istanbul
Îranê ragihand ku li Tengava Hurmuzê bi sedema "qaçaxiya sotemeniyê" dest daniye ser tankêrekê û miretebatê wê jî binçav kiriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Tesnîmê ya nîvfermî Dozgerê Eyaleta Hurmuzganê Mucteba Qehramanî ragihand ku wan li nêzîkî bajarê Caskê yê ser bi eyaleta Hurmuzganê tankêreke ku tê de 6 milyon lître sotemeniya qaçax heye, desteser kirine.
Qehramanî diyar kir ku 18 kes, tevî kaptan û ekîbê, hatine binçavkirin û got ku tankêra ku sotemeniya qaçax hilgirtiye, guh nedaye "fermana rawestandinê" û radara wê jî vemirandî bûye.
Qehramanî eşkere kir ku di dema lêkolîna tankerê da, wan tu belgeyên têkildarî karûbarên deryayî yan jî barê ku dihat veguhastin nedîtin û wan gelek kiryarên sûc tesbît kirin.
Qehramanî destnîşan kir ku miretbatê tankerê ji Hindistan, Srî Lanka û Bangladeşê ne, lê li ser wê yekê ka tanker ya kîjan welatî ye agahî neda.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
