Îranê li dijî tesîsên enerjiyê yên li welatên Kendava Besreyê êrîşeke nû ya mûşekî da destpêkirin
Istanbul
Hat ragihandin ku Îranê li dijî tesîsên enerjiyê yên li welatên Kendava Besreyê êrîşeke nû ya mûşekî daye destpêkirin.
Televîzyona dewletê ya Îranê pêla nû ya êrîşên Îranê li dijî welatên ku li ser keviya Kendava Besreyê ne, ragihand.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Li dijî tesîsên enerjiyê yên li welatên ku keviya wan li Kendava Besreyê heye û mazûvaniya êrîşa li dijî Îranê dikin, êrîşeke nû ya mûşekî dest pê kiriye."
Li gorî agahiyan pêla nû ya êrîşan piştî civînek li Riyada paytexta Erebistana Siûdî, ku welatên herêmî li wêderê ser geşedanên dawî nîqaş kirin, pêk hat.
Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel bin Ferhan gotibû, "Ger Îran difikire ku welatên Kendavê ji bo bersivdayînê bêhêz in, ew şaş e."
DYA û Îsraîlê li dijî rafineriya neftê ya Eseluyeyê ya Îranê û qada xaza siruştî ya Pars a Başûrê êrîş dabûn destpêkirin.
Piştî hedefgirtina rafineriyên neftê yên DYA û Îsraîlê, Hêzên Çekdar ên Îranê daxuyaniyek dan û ragihandin ku ew ê li tesîsên neftê yên ser bi DYAyê yên li Erebistana Siûdî, Îmaratên Yekbûyî yên Erebî û Qeterê bixin, "hişyariya valakirinê" ji bo tesîsên neftê û deverên derdorê da û ragihandibû ku wan êrîşa yekem pêk aniye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
