Türkan Tosun
25 Îlon 2018•Rojanekirin: 25 Îlon 2018
ANKARA
Îranê ji Îngiltereyê xwest ku ew endamên rêxistina El-Ehwaziyeyê yên li Îngiltereyê ne û bi êrîşa terorê ya li Ewhazê tên sûcdar kirin tespît bike û wan dersînor bike.
Balyozê Londrayê yê Îranê Hemîd Baîdînejad li ser medyaya civakî wiha daxuyand "Ji Îngiltereyê hat xwestin endamên vê rêxistina terorê yên li wî welatî bên tespîtkirin û ew bên dersînorkirin."
Ji bilî vê Baîdînejad got berdevkê rêxistina El-Ehwaziyeyê Yakub Hur Tostorî yê ku bi êrîşê tê sûcdarkirin piştî êrîşê beşdarî bernameyeke televîzyona "Îran Înternatîonal"ê bûye û pesnê êrîşê daye.
Baîdînejad bertek nîşanî vê televizyonê û Tostorî da û got wan ji ber propagandaya terorê ev televîzyon li saziya kontrola medyayê ya Îngiltereyê Ofcomê gilî kiriye ku li ser vê weşanê lêkolîn bê kirin.
Ji ber salvegera 38emîn ya şerê di navbera Îran û Iraqê da li Ehwaza bajarê eyaleta Huzîstanê merasim hatibû lidarxistin. Di merasimê da dema esker dimeşiyan êrîşeke biçek hatibû kirin. Di êrîşê da 25 kes miribûn, 69 kes jî birîndar bûbûn.
Piştî êrîşê berdevkê rêxistina El-Ehwaziyeyê Yakub Hur Tostorî beşdarî bernameyeke televîzyona "Îran Înternatîonal"ê ya ku ji Londrayê weşanê dike bûbû û pesnê êrîşê dabû û gotibû Berxedana Neteweyî ya Ehwazê ev êrîş kiriye.