20 Îlon 2016•Rojanekirin: 21 Îlon 2016
HEWLÊR
Gundiyên ku ji ber bombebarandina artêşa Îranê ya ser sînorê Iraqê mexdûr bûn û mal û milkên xwe terikandin dixwazin ku bila Tehran bombebarandinê bide sekinandin.
Artêşa Îranê pêşmergeyên hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDK-Î) yên muxalif ji xwe ra wek hincet nîşan dide û qada sînor a çiyayî ya Sîdekana bajarokê Hewlêrê bombe dike.
Gundiyên ku li herêma çiyayî ya Berbizin û Biradosta ser Sîdekana bajaroka Sorana navçeya Hewlêrê ku 120 kîlomtre ji navendê dûre daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kirin ji ber obusên artêşa Îranê ji meha hezîranê vir va diavêje jiyana wan serobine.
Mecîd Evdilxaliqê ku tevlî zarokê xwe ji gundê Maweteya 10 kîlomtre dûrî Sîdekanê ye ji ber tirs û xofa bombeyan reviya got ku di nav sê mehên dawîn da Îranê çar caran bi ser gundê wan da bombebarand û ji ber tirsa mirinê ew nikarin tiştekî din bifikirin.
Evdilxaliq diyar kir ku ew debara malbata xwe bi cotyariyê dike tu mehaniyeke ji cihekî distîne tuneye û wiha pê da çû: "Îran pêşmergeyên PDK-Îyê wek hincet nîşan dide gundê me û herêmên din bombe dike. Tiştên ku me biharê ajotibû me bêdera wan nekir a wisa di nav erd da man û em hatin bajarokê. Tu xêreka wan tiştên ku min ajot negihîşt min lewra hemû ji ber bombebarandinê zirardîtin. Darên me yên guzan û kewarên me jî ji ber bombebarandinê şewitîn. Ez nêzî 20 salane ku bi cotkariyê debara xwe dikim bi qasî ku ez nika ketime tengasiyê tu car neketime tengasiyê."
Evdilxaliq diyar kir ku di vê pêvajoyê da nikarin tiştên ku çandine kom bikin û wiha got: "Tenê bi şev bi wesaîta xwe dikarim herêm. Çi kom bikim ew e, wek mayîn nikarim û çareyeke din tuneye."
Evdilxaliq diyar kir ku topeke ku ji Îranê hatiye avêtin li texma mala wî ketiye û got ku xwedêkirî tiştek bi kesî nebû û dixwaze Herêma Kurdistana Iraqê nehêle pêşmergeyên PDK-Îyê li herêma wan bi cî bibin û got ku bira Îran herêma wan bombebaran neke.
Gundiyên gundê Bimparezeyê ku li geliyê Derholê ye û ji ber ku nêzî sînor e zehf tê bombekirin wekî gundiyên derdorê ji bo herin ciyên ewle malên xwe terikandine.
Hoşeng Mecîdê ku li gund maye diyar kir ji ber ku dereke pê da here tuneye li gund maye.
- "Îranê gundên me daye ber bombeyan"
Mecîd diyar kir ku 4 roj ji bombeyên ku ji aliyê Îranê hatine avêtin rizgar bûye û got ku Îran gundê me daye ber bombeyan û wiha got: "Herêm teze nayê bombekirin. Tirkiye jî ji hewayê va kampên PKKyê bombe dike. Lê Îran gundên me daye ber bombeyan. Herî dawîn bombe 100 mêtro li nêzî mala ket."
Mecîd diyar kir ku hebûna pêşmergeyên PDK-Îyê yên li sînor înkar nakin û wiha got: "Dibê hêzeke hindik nekên mehne û di ser gel da bombeyan nebarînin. Zarên mê ji tirsana trawmayê derbas dikin."
Îbrahîm Ehmedê zarok ê ku li gundê Bimparêzê dijî got dema ku dest bi bombebaranê dikin ji tirsana diricife û rûdinê digrî.
Xurşîd Mihemedê ji gundê Derholê ya li herêma Berbizinê ya ku herî zêde di ser da bombeyan dibarînin jî got dema ku bombebaran dest pê dike direvin bi erebeyên xwe va diçin bajaroka 20 kîlometreyî dûrî gund.
Mihemed wiha got: "Em jiyaneke koçberî dijîn. Dibê Îranê dev jê berdê bombeyan nevje gundê me û pêşmergeyên PDK-Îyê jî herin herêmên din. Xwedê vê zilmê qebûl neke."
Hat ragihandin ku artêşa Îranê bombeyên obûsê di ser herêmê da dibarîne, li herêmê kêm pêşmergeyên PDK-Îyê hene lê belê jiber biryara partiyê nikarin daxuyaniyê bidin.
Endamê Polîtburoya PDK-Îyê Rustem Cîhangîrî jî çend roj berê di daxuyaniya ku dabû AAyê da îdia kiribû ku li herêmê îran bombe dike da qamp an jî hêzên wan tunin.
Artêşa Îranê caran ewil di 26ê hezîranê da bombe avêtibû herêmê û 5 sivîl birîndara ketibûn.