Dinya

Îranê dema civîna çapemeniyê ya Netanyahu da fuze avêt Îsraîlê

Faruk Hanedar  | 20.03.2026 - Rojanekırın : 20.03.2026
Îranê dema civîna çapemeniyê ya Netanyahu da fuze avêt Îsraîlê

Quds

Îranê dema ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu civîna çapemeniyê li dar dixist bi fuzeyan êrîşên bersivdayînê bir ser bakurê Îsrîalê.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hat diyarkirin hat tesbîtkirin ku ji Îranê fuze hatin berdan û pergalên parastina asîmanê hewl didin ku pêşî li fuzeyên Îranê bigirin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku bila bikevin sitargehan û guh bidin telîmatan.

Rojnameya Yedîoth Ahronothê ya Îsraîlê jî diyar kir ku fuzeyên Îranê bakurê Îsraîlê hedef girtin û li temamiya herêmê sîrenan lê da.

Bal kişand ku êrîşa bersivdayînê ya Îranê dema civîna çapemeniyê ya Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu da hat kirin.

Serwêsa alîkariya acîl a Îsraîlê Stêrka Dewûd a Sor eşkere kir ku piştî bersivdayînê ekîb sewqî herêmên ku îxbara ketinê hat kirin û paşê dê geşedanan rojane bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.