Dinya

Îranê daxuyand, wan der barê êrîşa ku birin ser Îsraîlê da agahî da Amerîkayê

Mustafa Melih Ahıshalı  | 18.04.2024 - Rojanekırın : 19.04.2024
Îranê daxuyand, wan der barê êrîşa ku birin ser Îsraîlê da agahî da Amerîkayê

Istanbul

 Wezîrê Karên Derva yê Îranê Huseyîn Mîr Ebdullahiyan got, "Welatê wî beriya ku êrîşî Îsraîlê bike, agahî da Amerîkayê û ragihand ku ew ê baregehên Amerîkayê yên li herêmê û berjewendiyên Amerîkayê nexin hedef."

Li gor malpera nûçeyan a Entexabê, Ebdullahiyan ji bo ku beşdarî civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bibe, çû Amerîkayê û li New Yorkê pirsên rojnamegeran bersivandin.

Ebdullahiyan got, "Beriya operasyonê (ya li dijî Îsraîlê) û piştî (destpêka) operasyonê bi şertê ku seba parastina eskerî piştgiriyê nedin Îsraîlê, me ji Amerîkayê ra eşkere got ku em ê baregehên we û berjewendiyên we nekin hedef."

Wezîrê Îranî diyar kir, ji bo têkiliya navbera her du welatan Îsvîçreyê navbeynkarî kir û wiha dewam kir, "Roja yekşemê piştî operasyonê li gor saeta herêmî me di 02.30yî da ji Amerîkayê ra peyam şand û jê ra got ku em li herêmê pey zêdekirina rageşiyê nînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.