Dinya

Îranê daxuyand ku di êrîşên Amerîka-Îsraîlê da jimara kesên ku hatin kuştin, derket 1937an

Ekip  | 26.03.2026 - Rojanekırın : 26.03.2026
Îranê daxuyand ku di êrîşên Amerîka-Îsraîlê da jimara kesên ku hatin kuştin, derket 1937an

Ankara

Îranê daxuyand, di êrîşên ku Amerîka-Îsraîlê ji 28ê Sibatê vir va kirin da 1937 kes hatin kuştin.

Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Elî Caferiyan der barê kesên ku 27 roj in di êrîşên Amerîka û Îsraîlê da hatin kuştin û birîndar bûn da agahî da.

Caferiyan diyar kir, di êrîşên Amerîka û Îsraîlê da 212 zarok û 240 jin jî di navê da 1937 kes hatin kuştin.

Caferiyan ragihand, di êrîşan da ji 24 hezar û 800î zêdetir Îranî birîndar bûn, ji van nêzî 4 hezaran jin, 1621an jî zarok in.

- Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê

Dema pêvajoya mizakereyê ya di navbera Tehran û Washîngtonê da dewam dikir, Îsraîl û Amerîkayê di 28ê Sibatê da êrîşên eskerî birin ser Îranê.

Îranê jî digel Îsraîlê, baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban û Behreyn di serî da êrîşî baregehên Amerîkayê yên li welatên herêmê kir.

Di êrîşên Amerîka û Îranê da digel Serokê Îranê Ayetullah Elî Xameney, gelek rayedarên payebilind hatin kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.