Dinya

Îranê bi 20î zêdetir moşekan va bersiv da Îsraîlê û hat ragihandin ku moşek li avahiyên derdora Tel Avîvê ketin

Faruk Hanedar  | 19.06.2025 - Rojanekırın : 19.06.2025
Îranê bi 20î zêdetir moşekan va bersiv da Îsraîlê û hat ragihandin ku moşek li avahiyên derdora Tel Avîvê ketin

Quds

Hat ragihandin ku Îranê wekî bersiva êrîşên Îsraîlê ji 20î zêdetir moşek avêtin û moşek li derdora paytext Tel Avîvê û Necefa li başûr ketin.

Rojnameya Yedioth Ahronothê ya Îsraîlê diyar kir, pergalên parastina esmanî hewl dan ku moşekên Îranê îmhe bikin.

Di nûçeyê da hat gotin ku ji Îranê ji 20î zêdetir moşek avêtin Îsraîlê, moşek li navenda welêt û li başûrê welêt herî kêm li 4 deveran ketin.

Li navendê li paytext Tel Avîv, Ramat Gan û Holonê, li başûr jî li bajarê Bîrussebiyê (Berşewa) moşek li hin avahiyan ketin. Moşeka ku li Bîrussebiyê ket, li nexweşxaneya Sorokayê ket.

Serwîsa alîkariya acil a Îsraîlê Stêrka Dawud a Sor diyar kir, di saet 07.10an da êrîş hatin kirin û êxbar ji wan ra hatin ku moşekan îsbet kiriye û ew gihîştin herêman.

Hat ragihandin ku xebatên lêgerîn û xelaskirinê dest pê kirin, di êrîşan da li gor tesbîtên ewil 1 jê giran 23 kes birîndar bûn.

- Di êrîşa bersivdayînê ya dawîn a Îranê da li Îsraîlê 3 jê giran, 44 kes birîndar bûn

 Hat ragihandin ku di êrîşa bersivdayînê ya dawîn a Îranê da li Îsraîlê 3 jê giran, 44 kes birîndar bûn.

Serwîsa alîkariya acil a Îsraîlê Stêrka Dawud a Sor der barê êrîşa dawîn a Îranê da agahî da.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku piştî êrîşê ekîb û wezîfedarên tenduristiyê midaxeleyî birîndaran kir, di êrîşan da 3 kes jê giran, 44 kes bi perçeyên şarapnelan birîndar bûn.

Hatibê ragihandin ku Îranê wekî bersiva êrîşên Îsraîlê ji 20î zêdetir moşek avêtin û moşek li derdora paytext Tel Avîvê û Necefa li başûr ketin.

- Netanyahu ferman da artêşa Îsraîlê ku êrîşên li ser Îranê bên zêdekirin

Hat ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu piştî êrîşa bersivdayînê ya Tehranê ya vê sibê, ferman da artêşa Îsraîlê ku êrîşên li ser Îranê bên zêdekirin.

Netanyahu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê êrîşa bersivdayîna Îranê ya vê sibê ya bi moşekan va hat kirin û li Tel Avîv û dora wê hin cihan ketin da daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Netanyahu gef li rêveberiya Tehranê xwar û diyar kir ku rayedarên Îranî "wê berdelê bidin".

- Daxuyaniya Wezîrê Parastinê ku "Xameney wê berdelê bide"

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yîsrael Katz jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî gefên bi heman rengî xwar.

Katz daxuyand ku êrîşên Îranê yên vê sibê "sûcên şer" in û îdia kir ku rêberê Îranê Elî Xameney "wê berdelê bide".

Katz destnîşan kir ku wî û Netanyahu ferman dane artêşa Îsraîlê ku êrîşên li ser Îranê bên zêdekirin.

Îranê îro serê sibê bi moşekan bersiv dabû êrîşên Îsraîlê.

Hatibû îdiakirin ku di van êrîşan da hin moşek li Tel Avîv, Ramat Gan û Holonê û li başûr jî li Bîrussebiyê (Berşeva) li hin avahiyên ketine û moşeka ku Birussebiyê hedef girtiye jî li Nexweşxaneya Sorokayê ketiye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın