Îran: Ji destpêka êrîşên Amerîka-Îsraîlê heta niha ji 230î zêdetir zarok hatin kuştin
İran
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku ji 28ê sibatê ku destpêka êrîşên Amerîka û Îsraîlê ye heta niha ji 230î zêdetir zarok hatin kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê der barû zarokên ku di êrîşên Amerîka û Îsraîlê da hatin kuştin û birîndar bûn da daxuyanî da.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ji 28ê sibatê ku destpêka êrîşên Amerîka û Îsraîlê ye heta niha ji 230î zêdetir zarok hatin kuştin û biqasî 1800 zarok birîndar bûn.
- Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê
Dema pêvajoya mizakereyê ya di navbera Tehran û Washîngtonê da dewam dikir, Îsraîl û Amerîkayê di 28ê Sibatê da êrîşên eskerî birin ser Îranê.
Îranê jî ji bilî Îsraîlê, êrîşî baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban û Behreyn di serî da yên li welatên herêmê ne kir.
Di êrîşên Amerîka û Îranê da ji bilî Serokê Îranê Ayetullah Elî Xameney û gelek rayedarên payebilind hatin kuştin.
