Îran ji bo ku dawî li şerê bi êrîşên Amerîka û Îsraîlê dest pê kir bê 5 şert pêşkêş kir
İran
Hat diyarkirin ku Îranê ji bo ku dawî li şerê bi êrîşên Amerîka û Îsraîlê dest pê kir bê pênc şert pêşkêş kirin û Amerîkayê ev şert red kirin.
Li gor çapemeniya Îranê rayedarekî Îranî ya payebilind ji bo dawîlêhatina şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê da pênc şert pêşkêş kirin.
Hat gotin ku şertên hatin pêşkêşkirin ev in: "dawîlêanîna êrîş û sûîqesdan, temînata ku dê şer car din dest pê neke, dayîna tezmînetê, naskirina desthilatdariya Îranê ya li Geliyê Hurmuzê û rawestandina êrîşên dijî komên wekîl ên bi Îranê ra beşdarî pevçûnan bûne."
Rayedarê Îranî diyar kir ku Amerîkayê daxwaza mizakereyê li Îranê kiriye û pêşniyaz kirin lêbelê bi hinceta ku di van pêşniyazan da daxwazên pir zêde hene hatin redkirin.
Rayedar got ku Îran heta ku şertên hatine diyarkirin bên bicîanîn "dê parastina xwe bidomîne" û destnîşan kir ku pevçûn dema Îranê biryar da dê bi dawî bin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
