Mustafa Melih Ahıshalı
20 Adar 2025•Rojanekirin: 21 Adar 2025
Ebbas Erakçiyê Wezîrê Karên Derva yê Îranê diyar kir ku ew ê di rojên pêş da bersiva nameya ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji rêberê dînî yê Îranê Ayetullah Elî Xameney ra nivîsiye, bidin.
Erakçî ji têlevîzyona dewleta Îranê ra axivî û der barê mijarê da agahî da.
Erakçî wiha got, "Di bin zext, gefxwarin û mueyîdeyên zêde dibin da em ê teqez nekevin mizakereyên rasterast. Em ê di rojên pêş me da bersiva nameya Trump bidin û bi rêya qanalên pêwîst veguhezînin."
Der barê naveroka Trump da jî Erakçî wiha got, "Name bêtir gefan vedihewîne. Lê îdia dike ku hin firsend jî hene. Em ê ji herdu hêlan va li ser rawestin û bersivê bidin."
- Nameya Trump a bo Xameney
Trump di hevpeyvîna xwe ya di 7ê Adarê da dabû Fox Business Networkê da eşkere kiribû ku wî ji rêberê dînî yê Îranê Elî Xameney ra nameyek şand.
Trump wiha gotibû, "Min ji wan ra nameyeke dibêje 'Hêvîdar im hûn ê mizakereyê bikin, lewra ku pêwîst bike em wek eskerî têkevinê, ev dê tirsnak bibe' nivîsî."