Dinya

Îran: Em ê bersiveke "xurtir" û "berfirehtir" bidin êrîşeke muhtemel a Îsraîlê

Ahmet Dursun  | 16.04.2024 - Rojanekırın : 17.04.2024
Îran: Em ê bersiveke "xurtir" û "berfirehtir" bidin êrîşeke muhtemel a Îsraîlê

Ankara

 Wezîrê Karên Derva yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan diyar kir, ew ê "demildest" bersiveke "xurtir" û "berfirehtir" bidin êrîşeke muhtemel a Îsraîlê.

Li gor Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya nîv fermî, Ebdullahiyan bi Wezîrê Karên Derva yê Îngiltereyê David Cameron ra bi têlefonê axivî û li ser rewşa herêmê sekinî.

Ebdullahiyan ji hevkarê xwe ra got ku êrîşa li dijî Îsraîlê ya Îranê di çarçoveya "mudafaya meşrû" da hat kirin û di bingeha qeyranên herêmê da polîtîkayên xerabker ên Îsraîlê hene.

Wezîrê Karên Derva yê Îranê der barê êrîşa muhtemel a ku Tel Avîv bibe ser axa Îranê da jî wiha got, "Îran naxwaze ku li herêmê rageşî zêde bibe, lê heke rejima Îsraîlê li peyê macerayê be, em ê demildest bersiveke xurtir û berfirehtir bidin."

Cameron jî got, "Em ê ji Îsraîlê daxwaz bikin ku bersivê nede, lewra em naxwazin tiştên ku di demên dawîn da qewimîn, cardin dubare bibin û berfirehtir bibin."

- Rageşiya Îran-Îsraîlê

Îsraîlê di 1ê Nîsanê da êrîşî avahiya Konsolosxaneya Îranê ya li Şamê kiribû. Di êrîşê da ji Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê 2 jê general, bi giştî 7 kes hatibûn kuştin.

Îranê ragihandibû ku êrîşa Îsraîlê ya dijî konsolosxaneyê tê wateya êrîşa ser axa Îranê û ew ê bersiva Îsraîlê bidin. Îsraîlê jî diyar kiribû ku ew ê jî bersiva êrîşa Îranê bidin.

Îranê di 13ê Nîsanê da bi sedan wesayîtên bêmirov ên kamîkaze û moşekên balîstîk va êrîşî Îsraîlê kiribû.

Îranê ragihandibû ku wan êrîşî hin hedefên eskerî kiriye. Îsraîlê jî ragihandibû ku bi saya pergala parastinê rê li ber gelek êrîşên Îranê hatiye girtin, lê moşekek li baregeheke eskerî ya li başûr ketiye.

Çapemeniya Îsraîlê îdia kiribû ku Kabîneya Şer biryar da ku bi awayekî "eşkere û bibandor" bersivê bidin êrîşa esmanî ya Îranê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın