Elif Orhan
26 Hezîran 2019•Rojanekirin: 27 Hezîran 2019
Îranê ragihand ku dê sibê ji sînorê stoka uranyumê ya 300 kîlogramî ya ku di çarçoveya peymana nukleerê da hatibû diyarkirin derbas bibe û lez bide miameleyên dewlemendkirina uranyumê.
Li gor nûçeya televîzyona dewletê ya Îranê Berdevkê Saziya Vejenê ya Atomê ya Îranê Behruz Kemalwendî ragihand ku sibê piştî ku maweya ku dan aliyên Ewropayî yên peymana nukleerê temam bû dê mîqdara uranyuma dewlemendkirî zêde bikin.
Kemalwendî got ku "Maweya 10 rojî ya ku Saziya Vejenê ya Atomê di hilberîna uranyuma dewlemendkirî da derbasbûna sînorê 300 kîlogramê dabû sibe temam dibe."
Kemalwendî got ku dê ji sibê pê va lez bidin miameleyên dewlemendkirina uranyumê û qal kir ku Îran pêngavên xwe di çarçoveya peymana nukleerê da diavêje.
Kemalwendî di daxuyaniya xwe ya 17ê hezîranê da diyar kiribû ku hêza welatên Ewropayê têrê nekir ku peymanê biparêzin û gotibû ku "Îran dê hê bêtir nesekine. Ji îro pê va piştî 10 rojî dê ji 300 kîlogramî zêdetir uranyuma dewlemendkirî çêke."
- Îran xwe dispêre madeyên 26emîn û 36emîn a peymanê
Peymana nukleerê ya ku di navbera 5 endamên daimî yên Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî û Almanya û Îranê da di sala 2015an da hatibû îmzekirin û wekî Plana Çalakiya Hevpar a Berfireh (KOEP) hat binavkirin maf dide Tehranê ku ji sedî 3,67 fealiyeta dewlemendkirina uranyumê bidomîne. Di çarçoveya peymanê da Îran herî zêde dikare 300 kîlogram uranyumê bi dest bixe.
Peyman derfetê dide Îranê ku uranyuma ji 300 kîlogramê zêdetir li piyaseya navneteweyî bifroşe û hember wê uranyuma tebiî bistîne.
Îran diyar dike ku di metna peymana nukleerê da madeya 26emîn û 36emîn a dibêje "Heke mueyîde bên bicîanîn an jî yek ji aliyan berpirsyariyên xwe bi cî neyne Îran dikare ku bi temamî yan jî qismen berpirsyariyên xwe yên di peymana nukleerê da birawestîne" esas digire.
Birêvebiriya Trump di 8ê gulana 2018an da ji peymana nukleerê ya ku di sala 2015an da hatibû îmzekirin vekişiyabû û mueyîdeyên dijî Îranê dîsa dabû destpêkirin.
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî jî ragihandibû ku dijî mueyîdeyên Amerîkayê di 8ê gulanê da welatê wî teahudên di peymana nukleerê da kêm kirin û ji bo ku tevdîrên ku dê berjewendiyên Îranê biparêzin hildin 60 roj wext dabû aliyên peymanê. Maweya 60 rojî ya ku Îranê dabû welatên Ewropayê dê di 7ê tîrmehê da biqede. Tê payîn ku Îran dê piştî wê wextê derbasî merheleya duyemîn a pêvajoya kêmkirina teahudan bibe.