Dinya

Îran: Di êrîşên Amerîka-Îsraîlê da li eyaleta Îlamê 60 kes hatin kuştin

Haydar Şahin  | 21.03.2026 - Rojanekırın : 22.03.2026
Îran: Di êrîşên Amerîka-Îsraîlê da li eyaleta Îlamê 60 kes hatin kuştin

Arbil

Îranê ragihand ku ji destpêka êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê û vir va, li eyaleta Îlamê 60 kes hatin kuştin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya nîvfermî, Waliyê Îlamê Ehmed Keremî der barê êrîşên li ser eyaletê da daxuyaniyek da.

Keremî daxuyand ku li Îlamê 93 cî hedef hatin girtin ku ji wan 61 cihan zirar dît.

Keremî wiha got: "Di van êrîşan da dergûşeke şeş mehî, zanyarekî navdar, polês û mihafîzên sînor jî di nav da, 60 hemwelatiyên me şehîd bûn."

- Di êrîşa ku Amerîka-Îsraîlê li Îranê bir ser niştewarekî da yek jê dergûşeke 10 rojî 7 zarok hatin kuştin

Ji. aliyeki din, di êrîşa ku Amerîka-Îsraîlê bir ser niştewarekî li rojhilata Tehranê da yek jê dergûşeke 10 rojî, 7 zarok hatin kuştin.

Li gor Ajansa Nûçeyan a Mehrê ya nîvfermî, Amerîka û Îsraîlê duh li rojhilata Tehranê êrîşî herêmên sivîlan kir.

Di êrîşê da dergûşeke 10 rojî jî di navê da 7 zarok hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn.

Di dîmenên ku hatin weşandin da avahiyek di êrîşê da bi temamî xerab dibe.

- Di êrîşa Amerîka-Îsraîlê ya dijî bakurê Îranê da malbata 3 endamî hat kuştin

Hat ragihandin, li eyaleta Mazenderanê ya li bakurê Îranê, di êrîşa Amerîka-Îsraîlê ya dijî cih û warekî sivîlan da dê, bav û zarokek hatin kuştin.

Li gorî nûçeya ku IRNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê spart Parêzgeha Mazenderanê, Amerîka û Îsraîlê li bajarê Ramserê yê eyaleta Mazenderanê êrîşên asîmanî birin ser cih û warên sivîlan.

Di êrîşên serê sibehê da malbateke 3 endamî ku ji dê, bav û zarok pêk dihat, pê va hat kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.