Dinya

Îngiltereyê ragihand ku heke Îsraîl pêngavên berbiçav neavêje dê di îlonê da Filistînê nas bike

Zuhal Demirci  | 30.07.2025 - Rojanekırın : 30.07.2025
Îngiltereyê ragihand ku heke Îsraîl pêngavên berbiçav neavêje dê di îlonê da Filistînê nas bike

İngiltere

 Serokwezîrê Îngiltereyê Keîr starmer ragihand ku heke Îsraîl şertên diyar bi cî neyne û agirbesta li Xezeyê qebûl neke dê welatê wî di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku dê di îlonê bê kirin da dewleta Filistînê nas bike.

Starmer piştî civîna kabîneyê ya ku der barê Xezeyê da li dar xist daxuyanî dan.

Serokwezîr Starmer behs kir ku alîkariyên ji hewayê yên bo Xezeyê dest pê kirin lêbelê dixwaze ku rojane herî kêm 500 kamyon alîkarî bikeve.

Starmer destnîşan kir ku tekane rêya bidawîanîna qeyrana însanî ya li Xezeyê çareseriya mawe dirêj e û piştgiriyê dide hewldanên agirbestê jî.

Starmer di axaftina xwe da diyar kir ji ber ku hêviya çareseriya dudewletî di bin xetereyê da ye wextê naskirina Filistînê hatiye û ev dê bandora herî zêde derxîne holê û ev gotin:

"Heke hikûmeta Îsraîlê ji bo dawîlêanîna rewşa tirsnak a li Xezeyê pêngavên berbiçav ên ku dê agirbestê qebûl bike û îxtimala çareseriya du dewletî zindî bike, teahuda aştiyê ya domdar a mawe dirêj dide neavêje ez teyît dikim ku Îngiltere dê di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya ku dê di îlonê da bê kirin da dewleta Filistînê nas bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.