Dinya

Îmarat: Li Abû Dabiya paytext şarapnelên moşeka ku pêşî lê hat girtin, 2 kes kuştin

Ekrem Biçeroğlu  | 26.03.2026 - Rojanekırın : 26.03.2026
Îmarat: Li Abû Dabiya paytext şarapnelên moşeka ku pêşî lê hat girtin, 2 kes kuştin

Istanbul

Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat) ragihand, moşeka ku Îranê agir kir û pergalên parastina esmanî pêşî lê girt, şarapnelên wê li 2 kesan ketin û ew kuştin.

Ofîsa Medyayê ya Abû Dabiyê daxuyaniya nivîskî da û der barê êrîşê da agahî da.

Li gor daxuyaniyê, moşeka ku ji Îranê hat şandin, pergalên parastina esmanî yên Îmaratê li paytext Abû Dabiyê pêşî lê girt, lê şarapnelên moşekê bûn sedema kuştina 2 kesan û birîndarkirina 3 kesan.

Der barê nasnameya kuştî û birîndaran da hê agahî nehat parvekirin.

Li gor daxuyaniyê şarapnelan zirar da gelek wesayîtan jî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın