Dinya

Îdlibê di binê darên zeytûnan da perwerdeyê didin zarên mexdûrên şer

Mihemed Suweydanê mamoste yê ji Hemayê ku ji ber bombebarana rejima Esed û piştgirên wê ji Sûriyeyê revî û xwe siparte sînorê Tirkiyeyê di binê darên zeytûnan da ji zarokên malbatên mexdûr yên wekî xwe ra bi dildarî mamostetiyê dike

Haydar Şahin  | 23.07.2019 - Rojanekırın : 26.07.2019
Îdlibê di binê darên zeytûnan da perwerdeyê didin zarên mexdûrên şer

İdlib

Mihemed Suweydanê mamoste yê ji Hemayê ku ji ber bombebarana rejima Esed û piştgirên wê ji Sûriyeyê revî û xwe siparte sînorê Tirkiyeyê di binê darên zeytûnan da ji zarokên malbatên mexdûr yên wekî xwe ra bi dildarî mamostetiyê dike.

Suweydanê mamoste ji êrîşên rejima Esed û piştgirên wê yên li Hemayê revî û xwe siparte qampa Atmeyê ya li sînorê Tirkiyeyê ji ber ku di qampê da cî tune jî li eraziyê wê derê li rastê bi cî bû û ji bo zarokan heman tişt hatin serê wan perwerdeya bidomînin çi ji destê wî tê dike.

Suweydan kêmzêde 3 meh e her roj şebeqê 125 zarokên emrê wan di navbera 6 û 112an da ne di binê darên zeytûnan da kom dike û xwendin û nivîsandin û matematîkê hînî wan dike.

Zarokên defter û qelemên wan tunin ji bo ku xwendina xwe bidomînin bi dil û can mamosteyê xwe guhdarî dikin.

Suweydan got ji ber bêîmkaniyê fikra dersdayîna di binê darên zeytûnan da hat bîra wî û wiha pê da çû:

"Binê dara zeytûnê ji bo zarokan hem mal e hem jî xwendingeh e lewra di qampan da cî nemaye. Kêmzêde 200 malbatên ji Hemayê hatine di binê daran da holik çêkirine û tê da dijîn. Ji ber ku rejimê di ser xwendingehan da bombe barandin îmkana zarokan tune ku perwerdeya xwe bidomînin. Ez beriya şer mamoste bûm ji ber vê jî razî nebûm ku zarok ji perwerdeyê dûr bimînin. Ji ber ku polên dersan jî tunebûn me rast ji xwe ra vegerande pola servekirî. Hûn jî dibînin ku di destê me da bi tenê texteyek û qelemek heye. Wekî mayîn tu tiştekê me tune. Ez dîsa jî dev jê bernadimî peyîvekî jî hîn bibin kar e, têra min dike."

Suweydan got hetanî ku li vê derê zarok hebin ew ê bi dildarî mamostetiyê bidomîne.

- "Li ku derê dibe bira bibe ez dixwazin perwerdeya xwe temam bikim"

Fatma Derwêşa 13 salî ya di binê dara zeytûnê da perwerdeyê dibîne got ji ber êrîşên li ser Latamnaya herêma Hemayê yên rejimê ji herêmê koçî Îdlibê kirin.

Derwêşê wiha got: "Dibê nika di pola 7an da bûma lêbelê di pola 3yan da dixwînim. Ji ber êrîşan em liyekî bi cî nebûn û min îmkana perwerdeyê nedît. Ev demek e xwendingeha min binê dara zeytûnê ye. Ez biryardar im li ku derê dibe bira bibe ez dixwazin perwerdeya xwe temam bikim."

Rama Mihemeda 10 salî ya xwendekaran ji Hemayê jî diyar kir ku ji ber êrşan revîn û xwe sipartin qampa Atmeyê.

Mihemedê got zehf di tesîra mamosteyan da maye ji ber vê jî dixwaze ku bibe mamoste û wiha pê da çû: "Mamosteyê me ji Remezanê vir da li vê derê bi dildarî dersan dine me. Em jî bi saya vê ji perwerdeya xwe namînin. Ez liHemayê diçûm xwendingehê ji pola 2yan dermasî pola 3yan bibûm."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın