Hat ragihandin ku li Hawîceya Kerkûkê êrîşî atolyeya bombeyan a DEAŞê kirin û di êrîşê da ji 200î zêdetir kes mirin.
Endamê Komisyona Ewlehiyê ya Meclisa Bajêr a Kerkûkê Mihemed el-Cibûrî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku balafirên şer ên Fransayê ku girêdayî hêzên koalîsyona di serkêşiya DYAyê da ne, li Hawîceya Kerkûkê êrîşî atolyeya bombeyan a DEAŞê kirin û di êrîşê da sivîl jî di nav da ji 200î zêdetir kes mirin û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Cibûrî diyar kir ku êrîşa li Hawîceyê zirareke mezin da sivîlan û wiha got: "Ji ber ku di atolyeyê da teqemeniyên C4ê hebûn, li herêmê ji ber teqînê herî kêm 28 xanî xera bûn. Hejmara miriyan ji 200î derbas bû û bi sedan kes birîndar in. Yên birîndar birin nexweşxaneyên li Mûsilê."
Cibûrî diyar kir ku DAEŞ di nav haziriyê da bû êrîşî Kerkûkê bike û got li ciyê êrîşê wesaîtên bomberkirî hebûn û wesaîtên di atolyeyê da hatin îmhekirin.
- Piştî bûyerê ji Hawîceyê koçê dest pê kir
Cibûrî destnîşan kir ku ji ber êrîşa hewayî xelk direve gundan û navçeyên dorberê.