Ebdillahê fermandarê Lîwaya Siltan Ebdildemîd Xan a ku li dijî hêzên rejima Sûriyeyê herêma tirkmenan diparêze diyar kir ku di 19ê rebendana 2014an da ji hêla "rêxistina paralel" va destdayîna ser tirên MÎTê yên ku ji tirkmenan ra alîkarî dibirin zirar da tirkmenan.
Li Bayirbucaka herêma ku tirkmen lê dijîn a ku li nêzîkî sînorê Tirkiyeyê ya li tanga Hatayê ye êrîşên rejima Esed zêde bûn.
Rejima Esed herêma tirkmenan a dîrokî di nav Rabîe, Kastel û Eyn el-Beydayên navçeyên Lazkiyeyê da belav kiriye û herêm ji Geliyê Tirkmendaxiyê û deşta Bucaxê pêk tê.
Hakimiyeta mintiqeya Tirkmendaxiyê di destê komên tirkmen ên çekdar da ye. Kontrola herêma deşt a ku bi navê Bucakê tê zanîn jî di destê Şebihayên milîsên Esed da ye.
Hêzên milîs ji bejayê artêşa Esed jî ji hewayê car caran êrîşî herêma tirkmenan dikin.
Nûçegihanê AAyê li Bayirbucakê bi Omer Ebdillahê ji fermandarên tirkmenan ra hat bal hev. Ebdillah diyar kir ku alîkariyên ku Tirkiye dide tirkmenên Bayirbucakê zehf girîng in.
Ebdillah li ser di 19ê rebendana 2014an da destdayîna ser tirên MÎTê yên ku ji tirkmenan ra alîkarî dibirin jî axivî.
Ebdillahê diyar kir ku ji hêla "rêxistina paralel" va destdayîna ser tirên MÎTê yên ku ji tirkmenan ra alîkarî dibirin zirareke mezin da tirkmenan û tirkmen di tengasiyeke mezin da hîşt û wiha pê da çû:
"Ev tir ji bo tirkmenan dihatin. Ji bo ku tirkmen di tengasiyê da bimînin em baş dizanin ku endamên rêxistina paralel tir dan sekinandin. Endamên paralelê dan sekinandin lewra naxwazin ku tirkmen hêzdar bin. Hêzên xayîn û kesên ku bi Esed ra di nav tevgerê da ne ji bo tirkmen bên hincirandin û di tengasiyê da bimînin ev kara kirin."