Dinya

Îdiaya Erebistana Siûdî û Îsraîl dê piştî hilbijartina li Amerîkayê "peywendiyan asayî bikin"

Önder Beyter  | 25.10.2020 - Rojanekırın : 27.10.2020
Îdiaya Erebistana Siûdî û Îsraîl dê piştî hilbijartina li Amerîkayê "peywendiyan asayî bikin"

Quds

 Hat ragihandin ku li Amerîkayê piştî hilbijartina serokatiyê ya 3yê mijdarê, dê were ragihandin ku Îsraîl û Erebistana Siûdî peyama asayîkirina peywendiyan îmze kir.

Li gorî nûçeya têlevîzyona Qanal 12 a Îsraîlê ya li ser zarê peywirdarên Îsraîlî yên ku nexwestin navê wan were eşkerekirin, hat îdiakirina ku Erebistana Siûdî û Oman jî dê peywendiyên xwe ligel Îsraîlê asayî bikin.

Hat îdiakirin, mizakereyên ku bi navbeynkariya Washingtonê di navbera Îsraîl û Omanê tên birêvabirin ber bi dawiyê ne û lewma jî dibe ku berî hilbijartinên Amerîkayê lihevkirina asayîkirina peywendiyên Îsraîl û Omanê bê ragihandin.

Di nûçeyê da her wisa hat diyarkirin ku serokê servîsa îstixbarata Îsraîlê Mossadê Yossi Cohen hêvî dike ku Îsraîl û Erebistana Siûdî li hev bikin ku peywendiyên xwe asayî bikin, lêbelê tê pêşbînîkirin ku rêveberiya Riyadê dê vê gavê piştî hilbijartinên li Amerîkayê yên 3yê mijdarê biavêje.

Der heqê nûçeyê da ji ofîsa Cohen hê daxuyanî nehat dayîn.

Serokê Amerîkayê Doland Trump di daxuyaniya xwe ya roja înê da diyar kiribû ku herî kêm 5 welatên din jî henek u dixwazin bi Îsraîlê ra aştiyê pêk bînin û yek ji van jî Erebistana Siûdî ye.

Îsraîlê 15ê îlonê li Qesra Spî ligel Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb û her wiha Behreynê peymana asayîkirina peywendiyan îmze kiribû.

Trump her wiha di daxuyaniya xwe ya 23yê cotmehê da jî destnîşan kiribû ku Sûdan û Îsraîlê di warê asayîkirina peywendiyan da li hev kirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.