Muhammet Kurşun
16 Adar 2018•Rojanekirin: 17 Adar 2018
HELEBCE
Di qetlîamên rejima Beesê ya Iraqê de ku ji 1983an heta 1988an bi awayekî sîstematîk ji Barzan heta Helebceyê berdewam kirin bi tevahî 182 hezar însan hatin qetilkirin-windakirin û 168 kesan jî temamê malbata xwe ji dest dan.
Tek û tenhayên ku di qetlîamên Helebce û Enfalê de hemû malbata xwe winda kirin piştî 30 salan jî heman êş û azara wan rojan dijîn û ev karesat ji bîra wan naçe.
Li gor rêjeyan di qetlîamên sîstematîk ên Enfal û Helebceyê de 168 tek û tenha hene û jimara yên Helebceyê bi tenê 37 e.
Tek û tenhayê bi navê Aras Abid Ekrem ku di qetlîama Helebceyê de 28 kes ji malbata xwe winda kirine û ji malbata xwe bi tenê maye.
Aras Abid ji bo peyamnêrê AAyê axivî û got: "Xwezî ev navê û tek û tenhayiyê li me nehata kirin. Hêvî dikim ku tu kes vê pênaseyê wernegire. Lewra jiyan digel ezîzan bime'ne ye. Lê me hemû ezîzên xwe ji dest dan."
Mexdûrê kîmyabaranê û tek û tenhayê karesatê wiha qala çîroka xwe kir:
"Dema ku em tenê man hê hewcehiya me bi xerciya rojane hebû, em muhtacî naz û delaliyan bûn, çavê me lê bû ku mezinên me cilûbergan bikirin. Em di wextê delalî û daxwazên zarokane de bûn. Tenê Xwedê piştevanê me bû ku derûniya me têk neçe û em şêt nebin. Bi piştevaniya Xwedê em neketin sikakan. Lê serê me her carê bilind e û em şikra Xwedê dikin ku wêrekiyeke bilind li me bexişandiye."
Li ser êş û azara ku ev 30 sal in di dilê xwe de vedişêre Aras Abid wiha axivî:
"Heta ku neyê serê mirov, mirov nizane bêkesî tiştekî çiqasî jandar e. Min 30 sal berê mirina kesûkarên xwe dît, min nehişt kesek bizane barê jiyana min çawa ye. Min hemû di nav dilê xwe de kom kir. Xizmek, bavek, dayikek, birayek, an xwişkek tuneye ku vê janê digel parve bikî."
Nukteyeke dilsoj a digel keça xwe jî wiha neqil dike:
"Di her eydê de keça min a biçûk min dikuje. Dibêje çima mala dapîr û bapîrê min tuneye. Dibêje çima mala mam û meta min tuneye. Çima xizmên me tunene? Em her carê cejnan bi girî pêşwazî dikin. Axirî bibêjim ku kesekî me yên em biçine eydaniya wan tuneye. Tenê gorên bikomî yên ezîzên me sebra me tînin."