WASHINGTON
Pentagona Wezareta ParastinaDYAyê êrîşên PKKya rêxistina terorê şermezar kir.
Berdevkê Pentagonê Peter Cook di daxuyaniya çapemeniyê da wiha got: "Dawiya hefteyê PKKyê du êrîşên terorî bir ser hêzên ewlehiyê, em êrîşên PKKyê şermezar dikin. Li bakurê Iraqê mafê Tirkiyeyê heye ku xwe li dijî PKKyê biparêze."
- "DYA ligel Tirkiyeyê ye"
Berdevkê Qesra Sipî Josh Earnest jî wiha got: "DAY ligel hevalbendê xwe Tirkiyeyê ye. Mafê Tirkiyeyê heye ku xwe biparêze. Em wek DYA dixwazin PKK û Tirkiye vegerin heyama çareseriyeke aştiyane.
- Wezareta Karên Derva ya DYAyê jî êrîşan şermezar kir
Berdevkê Wezareta Karên Derva ya DYAyê John Kîrby di brîfînga çapameniyê ya rojane da êrîşên PKKyê şermezar kir û wiha dewam kir: "Em ê êrîşên li dijî hêzên Tirkiyeyê tim şermezar bikin."