Dinya

Êrîşa Îsraîlê ya dijî Fîloya Sumûdê ya Kurewî didome

Bekir Aydoğan  | 02.10.2025 - Rojanekırın : 02.10.2025
Êrîşa Îsraîlê ya dijî Fîloya Sumûdê ya Kurewî didome

Ankara

Adalahê daxuyaniya nivîskî da û diyar kir, piştî ku Îsraîlê bi awayê dereqanûnî dest danî ser Fîloya Sumûdê ya Kurewî, "wan bihîst ku îdareya koçê ya Îsraîlê li Bendera Usdudê (Aşdod) dest bi miemeleya kiriye ku aktivîstan dersînor bikin û binçav bikin."

Îsraîlê destûr neda ku parêzer bi aktivîstên desteserkirî yên ji Fîloya Sumûdê ya Kurewî ra hevdîtinê bikin

Adalaha rêxistina heq a Îsraîlî daxuyand ku Îsraîlê destûr neda ku parêzer bi aktivîstên desteserkirî ra hevdîtinê bikin.

Adalahê daxuyaniya nivîskî da û diyar kir, piştî ku Îsraîlê bi awayê dereqanûnî dest danî ser Fîloya Sumûdê ya Kurewî, "wan bihîst ku îdareya koçê ya Îsraîlê li Bendera Usdudê (Aşdod) dest bi miemeleya kiriye ku aktivîstan dersînor bikin û binçav bikin."

Adalahê diyar kir, beriya ku ji parêzerên aktivîstan ra were gotin, ev miemele kirine, mafê temsîlê yê hiqûqî yê beşdarên fîloyê ji destê wan standine, miqamên Îsraîlê destûr nedane ku parêzer bi aktivîstan ra xeberdin û dest bi kar û barên dersînorkirin û binçavkirinê, kirine.

Adalaha rêxistina heq destnîşan kir ku ev rewş "binpêkirina pêvajoya hiqûqî ye û xesbkirina mafên sereke yên beşdarên fîloyê ye" û daxuyand ku ew ê hewl bidin û xwe bigihînin aktivîstan û gavên hiqûqî yên hewcedar bavêjin.

Artêşa Îsraîlê êrîşî dehan keştiyên ku ji Xezeyê ra alîkariya însanî dibirin kiribû û li ser behra navneteweyî bi ayawê dereqanûnî dest danîbû ser keştiyan.

Fîloya Sumûdê ya Kurewî: Îsraîlê bi awayê dereqanûnî dest da ser 21 keştiyan, li gor texmînê dest daniye ser 19ên din jî 

Li gor pergala şopandinê ya Fîloya Sumûdê ya Kurewî ku ji bo şikênandina dorpêça Îsraîlê û gîhandina alîkariya însanî ber bi Xezeyê va diçû, Îsraîlê bi awayê dereqanûnî dest da ser 21 keştiyan, li gor texmînê dest daye ser 19 keştiyên din jî.

Li gor pergala şopandinê ya ku li ser malpera înternetê ya Fîloya Sumûdê ya Kurewî hat parvekirin, unsûrên sîtola Îsraîlê bi awayê dereqanûnî desteserkirina keştiyên Fîloya Sumûdê ya Kurewî didomîne.

Li gor daneyên pergala şopandinê, ji 44 keştiyên ku diçin Xezeyê, Îsraîlê bi awayê dereqanûnî dest daniye ser 21 keştiyan, li gor texmînê dest daniye ser 19 keştiyên din jî.

Li gor daxuyaniyê Îsraîlê keştiyên bi navê Alma, Sirius, Adara, Spectre, Yulara, Aurora, Otaria, Huga, Deir Yessine, Grande Blu, Morgana, Hio, Seulle, All In, Captain Nikos, Florida, Karma, Mohammad Bhar, Oxygono, Free Willy, Jeannot IIIyê "dan sekinandin".

Navê keştiyên ku li gor texmînê dest dane ser jî wiha ne: Adagio, Ahed Tamimi, Allakatalla, Amsterdam, Australe, Catalina, Estrella Y Manuel, Fair Lady, Inana, Mango, Maria Cristina, Meteque, MiaMia, Ohwayla, Paola I, Pavlos Fyssas, Selvaggia, Vangelis Pissias-Asser et Ayssel, Wahoo.

Li gor pergala şopandinê keştiyên bi navê Marinette, Shireen ve Summertime-Jongê ber bi Xezeyê va diçin.

Ji aliyê din va hat dîtin ku keştiya bi navê Mikeno jî 9 mîla behrê dûrî Xezeyê ye û ev demek e sekinî ye.

Unsûrên hêzên deryayî yên Îsraîlê, Fîloya Sumûdê ya Kurewî ya ji bo birina alîkariya mirovî ber bi Xezeyê diçe dorpêç kir û êrîşên xwe yên dijî fîloyê didomîne.

Li gorî agahiyên li ser malpera Fîloya Sumûdê ya Kurewî, ji 44 keştiyên diçin Xezeyê 21 jê rastî êrîşa Îsraîlê hatin.

Navê keştiyên ji hêla Îsraîlê hatin "rawestandin" wekî Alma, Sirius, Adara, Spectre, Yulara, Aurora, Otaria, Huga, Deir Yessine, Grande Blu, Morgana, Hio, Seulle, All In, Captain Nikos, Florida, Karma, Mohammad Bhar, Oxygono, Free Willy û Jeannot III hat eşkerekirin.

Dûrbûna keştiya herî li pêş a bi navê Mikeno ya ji Xezeyê wekî bi qasî 21 kîlometreyî (11 mîlên behrê) dixuyê.

Di weşana zindî da ya li ser malpera fîloyê hat weşandin, piştî derdestkirina aktîvîstên di keştiya bi navê Captain Nikos da kêliyên hilkişîna eskerên çekdar ên Îsraîlê ya bi keştiyê va hatin parvekirin.

Li ser hesabê fîloyê yê platforma medyaya civakî Istagramê ya navend Amerîka, daxuyaniya bi dîmen a Berdevkê Fîloyê Saif Abukeshek a têkildarî aktîvîstên ji hêla Îsraîlê hatin derdestkirin, hat parvekirin.

Abukeshek aktîvîstên di keştiyên ketin ber êrîşa Îsraîlê da wiha destnîşan kir:

"30 jê Îspanyol, 22 Îtalyan, 21 Tirk, 12 Malezyayî, 11 Tunusî, 11 Brezilyayî, 10 Fransî, 9 Îrlandayî, 8 Cezayîrî, 7 Amerîkayî, 7 Almanyayî, 6 Îngiliz, 4 Norwecî, 4 Swêdî, 3 ji Zelandaya Nû, 3 Fasî, 3 Urdinî, 3 Polonyayî, 3 Portekîzî, 3 Meksîkayî, 2 Kuweytî, 2 Kolombiyayî, 2 Arjantînî, 2 Swîsreyî, 1 Çekyayî, 1 Moritanyayî, 1 Awistiryayî, 1 Bulgaristanî, 1 Awistralyayî, 1 Sirb, 1 Belçikayî, 1 Bahreynî, 1 Danimarkayî, 1 Hollandayî, 1 Finlandiyayî, 1 Afrikaya Başûrî û 1 Slovakyayî."

Ji aliyekî din va di daxuyaniya Delegasyona Tirkiyeyê ya Fîloya Sumûdê ya Kurewî da wiha hat gotin, "Midaxele li 15 keştiyên Fîloya Sumûdê ya Kurewî ya alîkariya mirovî dibe Xezeyê hat kirin. Hejmara aktîvîstên Tirk ên derdestkirî derket 25an."


 - Artêşa Îsraîlê ji keştiyên Fîloya Sumûdê ya Kurewî 25 aktivîstên Tirk girt

Delegasyona Tirkiyeyê ya Fîloya Sumûdê ya Kurewî ku ji bo dorpêça Îsraîê têk bibe û alîkariya mirovî bigihîne Xezeyê bi rê ket, daxuyand ku hêzên Îsraîlê yên behrê bi awayekî dereqanûnî keştiyên fîloyê bi dest xistin û 25 aktîvîstên Tirk jî girtin.

Delegasyona Tirkiyeyê ya Fîloya Sumûdê ya Kurewî der barê êrîşa Îsraîlê ya dijî Fîloya Sumûdê ya Kurewî da daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Di çarçoveya hewldana gihandina alîkariya mirovî ya ji bo Xezeyê ya Fîloya Sumûdê ya Kurewî da midaxele li 15 keştiyên me hat kirin. Hejmara aktîvîstên me yên Tirk ên ku hatin girtin gihîşt 25an."

Keştiyên Sîrîus, Alma, Spectre, Huga, Deîr Yassîne, Grande Blue, Mongana, û Seulleyê ji bo alîkariyê bidin Xezeyê çûn. Navên 25 aktîvîstên Tirk ên ku ji aliyê artêşa Îsraîlê va ji van keştiyan hatin girtin jî hatin parvekirin.

Hat daxuyandin ku ji keştiya Sîrîusê Ayçîn Kantoglu, Abdulazîz Yalçin, Davut Daşkiran û Zeynep Tekocak hatin girtin.

Ji keştiya Almayê Metehan Sari, Huseyin Şuayb Ordu, Onur Murat Kolgu, Semîh Fener, Osman Çetînkaya û Sumeyra Akdenîz Ordu hatin girtin.

Ji keştiya Spectreyê Bekir Turunç, Abdulmecîd Bagcivan, Mustafa Muhammed Çakmakci, Mesut Çakar û Muslim Ziyalî hatin girtin.

Hat gotin ku ji keştiya Hugayê Mehmet Saît Dîrekçî, Fatîh Ozsoz û Tevhît Yildiz hatin girtin.

Ji bilî vê, ji keştiya Deîr Yassîneyê Sumeyye Sena Polat hat girtin.

Ji Keştiya Grand Blueyê jî Halîl Firat Çanakçi hat girtin.

Hat daxuyandin ku ji keştiya Morganayê Ersîn Çelîk û Semanur Sonmez Yaman hatin girtin.

Ji keştiya Seulleyê jî Yaşar Yavuz, Abdussamed Turan û Haşmet Yazici hatin girtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.