KABUL
Di êrîşa xwekujiyê ya ku îro li Nangarhara Efxanistanê hat kirin da hejmara miriyan derket 33yan.
Midûrê Şaxa Tenduristiyê ya Nangaharê Necîbullah Kamawal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku 33 cinaze birin nexweşxaneyên li hêrêmê.
Kamawal diyar kir ku ji ber teqînê ji 100î zêdetir kes birîndar bûn û got rewşa hin kesan xedar e.
Midûrê Ewlehiya Nangarharê Fazel Ehmed Şerzad daxuyanî dabû nûçegihanê AAyê û destnîşan kiribû ku bi motosîkletê li ciyê bazarê êrîşa xwekujiyê hat kirin û di êrîşê da 22 kes mirin û 50 kes jî birîndar bûn.