ANKARA
Wezareta Karên Derve êrîşa terorê ya ku li Hewlêrê hat kirin û tê gotin ku 2 welatiyên tirk tê da mirin, şermezar kir.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve da wiha gotin: "Li Hewlêra Herêma Kurdistana Iraqê ber êvarê êrîşa bombeyî hat kirin. Li gor agahiyên ewil ên Herêma Kurdistana Iraqê, 2 kes mirin û herî kêm 10 kes jî birîndar bûn. Li gor agahiyên ewil ên rayedarên hermê 2 welatiyên tirk mirine û xebatên DNAyê yên tesbitkirina nasnameyan dewam dike. Di êrîşê da 5 welatiyên me birîndar bûne û rayedarên Serkonsolosxaneya me ya Hewlêrê li nexweşxaneyê çûne serdana wan."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Tirkiye ji bo alîkariyê amade ye û vê helwesta xwe ji rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê ra gotiye.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku Tirkiye di têkoşîna dijî terorê da bi hemû hêza xwe ve li cem gelê Iraqê ye û wiha hat gotin: "Em vê êrîşa terorê ya ku qesta hizûr û îstiqrara Iraq û Herêma Kurdistana Iraqê dike, bi tundî şermezar dikin. Xwedê rehma xwe li yên mirî bike, sebrê bide xizmên wan û şîfayê bide yên ku birîndar bûne."