Fatih Gazioğlu
22 Mijdar 2018•Rojanekirin: 23 Mijdar 2018
WASHINGTON
Tawakkol Karmana xwediyê Xelata Nobelê der heqê şerê li Yêmenê diqewime de got ku "Êdî bes e, şerê li Yêmenê biqedînin."
Karmanê ji bo rojnameya Washîngtonê Postê maqaleyek nivîsî. Karmanê di maqaleyê xwe da êrîşên rejima Erebistana Siûdî rexne kirin û wiha got:
"Erebistana Siûdî sûcên xwe diavêje ser xelkê. Tenê îro kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamevan ji bo tiştên ku Erebistana Siûdî li Yêmenê dike, delîlekî mezin e. Divê welatên dinyayê li ser vê meseleyê bisekinin û vî şêrî êdî bidin sekinandin."
Karmanê di nivîsa xwe da got ku ji bo sekinandina şer divê Amerîka û welatên rojavayî yên din çekên ku difiroşine Erebistana Siûdî bidin sekinandin û wiha dewam kir:
"Erebistana Siûdî û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb ji sûcên xwe berpirsyar in û ji ber zirara dane Yêmenê divê tezmînatê bidin. Berpirsyarên trajediya li Yêmenê ev in. Divê hûsî jî êdî şer nekin û nehêlin Îran çekan bide wan. Hûsiyên li wê derê radîkal in û bi nêrîneke tund nêzî nirxên civatê dibin. Ji ber vê ew jî dijî mafên mirovî gelek îxlalan dikin. Divê bona sekinandina şer Neteweyên Yekbûyî jî kampanyayeke siyasî bide destpêkirin."
Weqfa Zarokan Xilas Bikin (Save the Children) a alîkariyê ya Îngiltereyê duh li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên li ser rêjeya mirina zarokên mexdûrê "ji ber kêmxwarinê" yên ji 5 salî piçûktir raporek amade kiribû.
Di raporê da hat diyarkirin ku li Yêmenê ji nîsana 2015an hetanî cotmeha 2018an 84 hezar û 700 zarok dibe ku ji ber kêmxwarinê miribin.