Önder Beyter
14 Nîsan 2019•Rojanekirin: 15 Nîsan 2019
Wezîrê Karên Navxweyî yê Îranê Ebduriza Rehmanî Fazlî diyar kir ku ziyana bobelata lehiyê ku li welêt 25 eyalet da ber xwe, 7 milyar û 619 milyon dolar e.
Fazlî ji bo ku der heqê bobelata lehiyê da agahiyê bide parlamenteran beşdarî Lijneya Giştî ya Meclisê bû û li ser ziyana madî zanyarî dan.
Fazlî got ku di encama barîna barana gumrah a ku ev mehek e dewam dike li 25 eyaletên welêt lehî rabû û ligel van eyaletan 4 hezar û 400 gund jî di tesîra bobelatê da man. Fazlî herwiha destnîşan kir ku ziyana madî ya ji ber lehiyê 7 milyar û 619 milyon dolar e.
Li 25 eyaletên Îranê ji 17ê Adarê vir va baraneke gumrah dibare ku di encamê da bobelateke lehiyê rabû û bû sedemê ziyaneke zêde ya madî û canî. Herwiha hatibû ragihandin ku ji ber bobelatê li seranserê welêt 76 kes mirin.
- Heyva Sor a Tirk alîkarî şand herêma afatê
Heyva Sor a Tirk ji bo mexdûrên lehiyê yên li Îranê ketibû liv û tevgerê û ligel hevkariya Heyva Sor a Îranê ji bo herêmên afat bi ser da hatî, 5 tir alavên alîkariya mirovî şandibûn.