Dinya

Zelenskiy ragihand ku wî heyeta Ukraynayê ji bo beşdariya hevdîtinên aştiyê yên li Stenbolê peywirdar kir

Davit Kachkachishvili  | 02.06.2025 - Rojanekırın : 03.06.2025
Zelenskiy ragihand ku wî heyeta Ukraynayê ji bo beşdariya hevdîtinên aştiyê yên li Stenbolê peywirdar kir

Kiev

Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy ragihand ku wî heyeta Ukraynayê ji bo beşdariya hevdîtinên aştiyê peywirdar kir ku dê ji bo bidawîkirina Şerê Rûsya-Ukraynayê li Stenbolê bên kirin.

Zelenskiy di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya li ser hesabê xwe yê Telegramê da diyar kir ku wî bi wezîrên parastin û karên derva yên Ukraynayê û her wiha peywirdarên dezgehên ewlekariyê ra civîn li dar xist.

Zelenskiy bal kişand ku ew hewl didin ku serxwebûna welatê xwe biparêzin û wiha dewam kir, "Berî civîna roja duşemê ya li Stenbolê, min pozîsyon jî diyar kirin."

Zelenskiy der barê rojeva mizakereyên aştiyê yên li Stenbolê da wiha got:

"Ya yekem agirbesta tam û bêşert. Duyem, berdana girtiyan. Sêyem, vegerandina zarokên revandî. Divê em di asta herî bilind da civînekê amade bikin da ku em aştiyeke pêbawer û mayînde pêk bînin û ewlehiyê garantî bikin. Bi tenê lîder dikarin pirsgirêkên bingehîn çareser bikin. Roja duşemê (Wezîrê Parastinê) Ristem Umerov dê serokatiya heyeta me bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.