Zelenskiy: Peywira heyetan organîzekirina civîna serokên herdu dewletan e
Kiev
Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Zelenskiy diyar kir, peywira heyetên mizakereyê yên Rûsya û Ukraynayê, organîzekirina civîna serokên herdu dewletan e.
Zelenskiy di peyama xwe ya bidîmen a ku li ser Telegramê parve kir da got, "Îro roja 18emîn a serxwebûn, azadî û şerê man û nemanê yê Ukraynayê ye."
Zelenskiy bertek nîşanî êrîşa artêşa Rûsyayê ya bi fuzeyê kir ku duh li dijî Navenda Parastina Aştiyê û Ewlekariyê ya Navneteweyî ya li bajarê Lvîva Ukraynayê hat kirin. Zelenskiy got ku di êrîşê da 35 kes hatin kuştin, 134 kes jî birîndar bûn û li navendê tu binesaziyeke ku ji bo Rûsyayê tehdîd be, tunebû.
Zelenskiy bal kişand, navenda ku li dijî wê êrîş hat kirin bi tenê 20 kîlometre dûrî sînorê welatekî NATOyê ye û da bibîrxistin ku wan salek berê serokên welatên NATOyê hişyar kirin ku Rûsya dê êrîşê bide destpêkirin.
Zelenskiy îdia kir, dibe ku welatên NATOyê jî kurdemek şûnda rûbirû tehdîda Rûs bin û wiha got, "Ez niha dîsa ji we ra bêjim: Negirtina asîmanê Ukraynayê tê wê wateyê ku fuzeyên Rûs dê bikeve herêma we, axa welatiyên NATOyê jî. Ev bi tenê meseleyeke demê ye."
Zelenskiy qala mizakereyên di navbera Rûsya û Ukraynayê da jî kir û wiha got, "Peywireke diyar a endamên heyeta me heye û ev jî organîzekirina civîna serokên herdu dewletan e."
Zelenskiy bal kişand, hevdîtina muhtemel a navborî divê li ser encamên rasteqîn raweste.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.