Zelenskiy: Min piştrast kir ku em ji bo hevdîtineke dualî ya bi Putîn ra amade ne

Ankara
Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy ragihand ku ew ji bo mizakereya dualî ya bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn ra amade ye.
Li gorî nûçeya ajansa RBC-Ukraine ya navend Ukraynayê, Zelenskiy piştî civîna li Qesra Spî ya bi mazûvaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump, daxuyanî dan rojnamegeran.
Zelenskiy berî hevdîtina sêalî ya bi beşdariya lîderên Amerîka û Ewropayê va ragihand ku ew ji bo mizakereya dualî ya bi Putîn ra amade ye û her wiha bal kişand ser giringiya asta lîdertiyê di çareseriya "pirsgirêkên biêş" da.
Zelenskiy wiha axivî, "Wekî min got, em ji bo her cure formata di asta lîdertiyê da amade ne. Lewra em hew dikarin di asta lîdertiyê da van pirsgirêkên tevlihev û biêş yên bi vî rengî çareser bikin. Ji ber vê jî min piştrast kir ku em ji bo hevdîtineke dualî ya bi Putîn ra amade ne û her wiha ji hêla hemû lîderên Ewropayê piştgiriya min hat kirin û bi dû ra ez li benda hevdîtineke sêalî me."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.