Dinya

Zelenskiy der barê hevdîtina bi Putîn ra bal kişand ser Tirkiyeyê

Irmak Akcan, Dilara Karataş  | 21.08.2025 - Rojanekırın : 21.08.2025
Zelenskiy der barê hevdîtina bi Putîn ra bal kişand ser Tirkiyeyê

Ankara

 Serokê Dewleta Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy diyar kir ku hevdîtineke muhtemel a bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn ra dibe ku li Tirkiye, Swîsre yan jî Awistiryayê pêk were.

Zelenskiy got Ukrayna wê civînên zêde li dar bixe da ku fêm bike ka mitefîqên wê ji bo amadekirina garantiyên ewlehiyê dildar in yan na.

Zelenskiy diyar kir ku civîn li ser hûrgiliyan tên kirin û ew ê di nav 10 rojan da diyar bibin.

Zelenskiy der barê cihê hevdîtina muhtemel a bi Putin ra jî bal kişand ser Tirkiye, Swîsre yan jî Awistiryayê.

Zelenskiy got îşaretên erênî yên di vê dawiyê da ji Trump hatin ên ku pêşniyaz dikin ku Amerîka wê piştgiriyê bide garantiyên ewlehiyê û hêviya Ukraynayê ya tevlîbûna Yekîtiya Ewropayê (YE), van nîqaşan dîsa zindî dike.

Zelenskiy got ji bilî garantiyên ewlehiyê yên ku Trump ji bo Ukraynayê anî ziman, Tirkiye jî ji bo pêkanîna ewlehiya seranser a li Behra Reş amade ye.

Zelenskiy dubare kir ku Ukrayna ji bo mizakereyên rasterast ên bi Putin ra amade ye û wiha got: "Lê heke Ûris ne amade bin? Ewropiyan ev mijar anîn rojevê. Heke Ûris ne amade bin, wê hingê em ji Amerîkayê bertekeke tund dixwazin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın