Dinya

Zelenskiy daxuyand ji bo ku li dijî ÎHAyên Îranê têbikoşin wan 3 ekîb şand Rojhilata Navîn

Davit Kachkachishvili  | 11.03.2026 - Rojanekırın : 11.03.2026
Zelenskiy daxuyand ji bo ku li dijî ÎHAyên Îranê têbikoşin wan 3 ekîb şand Rojhilata Navîn

Kiev

Serokê Dewleta Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy ragihand ji bo ku dijî balafirên bêmirov (ÎHA) ên Îranê yên ku tîpa wan "Şahed" in têbikoşin û di vê mijarê da piştgirî bê dayîn, wan 3 ekîbên pispor şand welatên Kendavê.

Li gorî medyaya Ukraynayê, Zelenskiy li ser hesabê xwe yê medyaya civakî pirsên rojnamevanan ên der barê şerê Rûsya-Ukraynayê û geşedanên li Rojhilata Navîn da bersivand.

Zelenskiy diyar kir ji bo têkoşîna dijî balafirên bêmirov ên tîpa wan "Şahed" ên ku ji hêla Îranê va hatine avêtin ekîbên ku ji pisporên Ukraynayî pêk tên ji welatên Kendavê ra hatine şandin û wiha got: "Heke em bên mijara rewşa Rojhilata Navîn, me sê ekîbên pispor şand. Sê welatên ewil ên ku me di çarçoveya peymanên xwe da ekîb şandin wan, Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban û Erebistana Siûdî ne."

Zelenskiy behsa şerê ku li welatê wî dewam dike jî kir û got ew êrîşên xwe yên dijî hedefên li Rûsyayê didomînin.

Zelenskiy daxuyand wan êrîşî fabrîqeyeke li herêma Bryanskê ya Rûsyayê kiriye ku wê ji bo moşekan perçeyên cidî çêdikir û wiha got: "Vê fabrîqeyê ji bo hemû cûreyên moşekên Rûsî pergalên kontrolê çêdikir."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.