Dinya

Zelenskiy: "16 hezar şervanên dildar ên biyanî tên alîkariya Ukraynayê"

Ruslan Rehimov  | 03.03.2022 - Rojanekırın : 03.03.2022
Zelenskiy: "16 hezar şervanên dildar ên biyanî tên alîkariya Ukraynayê"

Kiev

 Serokê Ukraynayê Vladîmîr Zelenskiy diyar kir ku 16 hezar şervanên dildar ên biyanî ew ê ji bo alîkariya Ukraynayê werin, qefleya ewil hindik ma bigihîje welêt.

Zelenskiy di axaftina banga gel da diyar kir ku ji hevkarên xwe û dostên xwe yên rastî her roj sîlahan distînin.

Zelenskiy diyar kir ku her ku diçe sîlahên hêzdar ji wan ra tên û wiha pê da çû: "16 hezar şervanên dildar ên biyanî ew ê ji bo alîkariya Ukraynayê werin. Qefleya ewil hindik ma bigihîje welêt. Ew ji bo azadî û parastina jiyana me tên vê derê."

Zelenskiy di 27ê sibatê da bangî hemxw welatiyên dinyayê û dostên Ukraynayê kiribû ku li dijî êrîşên Rûsyayê Ukrayna û Ewropyê biparêzin.

Li welêt ji sala 2016an pê va îmkan heye ku biyanî dikarin wekî dildar di artêşê da şer bikin, yekîneya ji biyaniyan pêk tê a "Lejyona Navneteweyî ya Parastina Herêmî ya Ukraynayê" hatibû avakirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.