Zarokên ku rêxistina terorê YPGyê ew di girtîgehê da êşkence kirin, ji AAyê ra axivîn
Quds
Artêşa Sûriyeyê piştî ku bajarê Reqayê ji YPGya rêxistina terorê rizgar kir, ji Girtîgeha Aktanê ya li ser bajêr zarok hatin berdan. Zarokan got ku rêxistina terorê ew avêtin girtîgehê û êşkenceyên giran li wan kirin.
Rêxistina terorê YPGyê demeke dirêj bû îdia dikir ku ew bi rêxistina terorê DEAŞê ra têkoşînê didin.
Rêxistina terorê YPGyê bi îdiaya ku mehkûmên DEAŞê di girtîgehan da girtine, li qada navneteweyî hewil dida ku ji xwe ra mixataban bibîne, lê piştî ku artêşa Sûriyeyê ev herêm bi dest xistin, derket holê ku li herêmên dagir kirine zarok avêtine van girtîgehan.
Ekîba AAyê bi zarokên ku rêxistina terorê YPGyê ew avêtin girtîgehê û êşkenceyên giran li wan kirin ra axivî.
Musa Mihemed Hesenê 17 salî yê Sûriyeyî diyar kir, ji ber ku kurapekî wan li Reqayê nêzî mala xwe ala vekir û dîmena wê li ser medyaya civakî parve kir, YPGyê birayê wî, kurapên wî û endamên malbatê yên din ên navsere di 3yê Rêbendana 2026an da desteser kirin.
Hesen daxuyand ku milîtanên YPGyê êvarê avêt ser mala wan, li wan dan û ew desteser kirin û wiha dewam kir, "Pêşiyê em birin Girtîgeha Rojava ya Reqayê. Paşê jî em birin Girtîgeha Aktanê. Ez li vê derê 10 rojan ser hev li hev di hebsê hucrikê da hatim girtin. Di jêpirsînê da min êşkenceyên giran dîtin. Min ji milên min darda kirin, êşkence kirin û timî çêrî min kirin. Diakirin û nimêjkirin qedexe bû."
Hesen got "wan bi zincîrê milên min girêdan û ez pê hatim daliqandin", milên wî ji piştê va hatin kelebçekirin û bi saetan ew di wê rewşê da dan sekinandin, destê wî ji piştê va bi derî va kelebçe kirin û êşkenceyên giran anîn serê wî.
Hesen, ku diyar kir ku beriya berdana wan çendîn rojan xwarin û av nedane wan û elektrîk jî qut bûye, wiha got:
"Di çend rojên dawî da, wan hinek humis dan me, lê nan nedan me. Me tenê dengê teqînan dibihîst. Êvara pêncşemê, me li deriyan dixist, û saet 2:00ê şevê, kesek hat ber deriyê me."
"Me nizanibû ew kî ne. Em difikirîn, 'Ew hatine ku kuştina me' Wan ji min pirsîn 'tu kî ye', û min ji wan re got. Wan ji min sûcê min pirsîn, û min got, 'Hejandaina alayê' Wan got, 'Me ev der rizgar kirin' Ez nikarim kêfxweşiya xwe vebêjim."
Hesen diyar kir ku leşkerên Sûrî nêzîkî du saetan li herêmê ji bo paqijkirina mayinan xebitîn, û piştre wan zarokên temenbiçûk ji yên din veqetandin û ew li beşek din a girtîgehê danîn.
Hesen diyar kir ku piştî lêpirsîna ji aliyê eskerên Sûriyeyê va, pêvajo temam bû, ew serbest hat berdan û vegeriya malê.
- "Wan tulumên porteqalî yên girtîgehê li me kirin û ew bi kamerayê tomar kirin."
Hesen, ku diyar kir ku YPG'ê tohmetên wekî "bilindkirina alayan, belavkirina propagandayê li ser medyaya civakî û lidarxistina xwepêşandanên bêdestûr" li dijî wî kirine, wiha got:
"Wan tulumên girtîgehê yên porteqalî yên ku girtiyên DEAŞê li xwe dikin li min kirin. Wan got ku ewê min bibin Hesekê. Wan projektor dane rûyê min û min bi kamerayê tomar kirin. Tiştê ku ew dixwazin tu dibêjî; tu nikarî çîroka xwe bibêjî. Ger tu bi awayê ku ew dixwazin neaxivî, îşkence li benda te ye."
Hesen tekez kir ku YPGê li hundir îşkenceyek giran dikir û got, "Berî her tiştî, ew li deverên te yên taybet dixin. Ewqas li te dixin ku tu li tiştên ku te nekirine mikur tê. Dû ra ew te diavêjin hucreyekê. Hucre tenê betaniyek û destav e. Em heta neçar diman ku em rûyê xwe bidin tuwaletê û nimêj bikin."
Hesen diyar kir, YPGyê li Reqaya ji 2017an û pê va dagir kir, zilm li gel kir û piştî ku artêşa Sûriyeyê herêma wan azad kir, ew gihîşt malbata xwe û pir kêfxweş bû.
Leysê (16) birayê Mûsa jî bi heman rengî ji hêla YPGyê hat desteserkirin û bo Girtîgeha Aktanê hat veguhestin.
Leys jî bal kişand ku ew tevî birayê xwe di hewsa hucrikê da hat girtin û wî lêdan xwar û êşkence dît.
Leys diyar kir ku di girtîgehê da ew rastî "çêr û miemeleya xirab" a çekdarên YPGyê hat û wî bi lêdana dîwaran û gazîkirinê va di hewsa hucrikê da peywendî bi birayê xwe Mûsa ra daynî û wiha dewam kir, "Roja serbest mam, ez ji bîr nakim. Em ewqas şa bûn ku em wek çivîkên ku li perê esman pir didin. Dema ez gihîştim malbata xwe, herwekî ku êdî dinya bûbû ya min."
Xalid Mihemed Mistefayê 19 salî yê merivê Mûsa û Leys jî diyar kir ku wî li parka nêzîkî mala wan, ala bilind kir û ev dîmen li ser medyaya civakî parve kir û li esr vê yekê ji merivên wan gelek kes ji hêla YPGyê hatin desteserkirin.
Mistefa kir ku di vê navberê da wî xwe li Ezazê veşart û wiha got, "Dema min bihîst artêşa Sûriyeyê, Reqa rizgar kir, ez li Ezazê bûm. Ji bo bêm Reqayê, wê şevê ji şabûnan xew neket çavê min."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
