Zarokên ku li Sûriyeyê YPG/HSDya rêxistina terorê ew bi zorê çekdar kiribûn, ji AAyê re qala serpêhatiyên xwe kirin
Ankara
2 zarokên ku ji Sûriyeyê YPG/HSDya rêxistina terorê ew bi zorê çekdar kiribûn û piştî operasyona artêşa Sûriyeyê azad bûn, destnîşan kirin ku gelek zarok hene, mîna wan, ku bi zorê hildane kampên rêxistina terorê û hatine çekdarkirin.
Operasyona artêşa Sûriyeyê ya li dijî YPG/HSDyê mijara zarokên ku ji aliyê rêxistina terorê va bi zorê tên çekdarkirin, ji nû ve anî rojevê.
Dîmenên ku rêxistinê derbarê kuştiyên di dema pevçûna digel hêzên Sûriyeyê da weşandin eşkere dikin ku YPG/HSDyê gelek zarok çekdar kirine.
Bekir Feyiz Beleş û Husam Îbrahîm Casim, 2 zarokên Sûriyeyê yên ku bi zorê ji aliyê rêxistina terorê va hatibûn çekdarkirin, ji Ajansa Anadoluyê ra behsa serpêhatiyên xwe kirin.
Bekir tenê 16 salî ye û Husam jî 17 salî ye. Her du zarok jî, yên bi eslê xwe Ereb, hewl didan ku bi awayekî neqanûnî derbasî Tirkiyeyê bibin da ku bixebitin, wê demê di Kanûna 2025an da li Eynulerebê ya li bakurê Sûriyeyê ji aliyê rêxistinê va hatin revandin û paşê bi zorê hatin çekdarkirin.
- "Em birin Hesekeyê û em bi zorê birin perwerdehiya eskerî"
Husamê ji Minbica navçeya Helebê, diyar kir ku dema ku hewl didan ji Eynulerebê bi awayekî neqanûnî derbasî Tirkiyeyê bibin, ew li ser sînor ji aliyê YPG/HSDya rêxistina terorê va hatine girtin.
Husam got ku piştî ku li Eynulerebê hatine girtin, bi zorê hatine çekdarkirin û got, "Piştra em birin Hesekeyê û em bi darê zorê birin perwerdehiya eskerî. Bi zora çekê şopa tiliyên me girtin. Zext li me kirin û bi zorê birin perwerdehiyê. Mehekê perwerdehiya siyasî dan me. Çend rojan perwerdehiya eskerî jî dan me."
Husam diyar kir ku di kampa ku ew bi çekan lê dihatin girtin da gelek zarokên mîna wî hebûn û got, "Du an sê hevalên min nêzîkî 25 salî bûn. Yên din di salên 2007, 2008 û 2009an da ji dayik bûne."
- "Piraniya kesên li kampê ji 18 salî biçûktir bûn"
Husam anî ziman ku dema ku wan li kampa ku ew lê dihatin girtin xwepêşandan kirin, çekdarên rêxistinê li wan xistine û got, "Em hemû zarokên eşîran in. Em li wir bi hev ra tevgeriyan û me xwepêşandan kir. Wan em hemû li erdê dirêj kirin û dest bi lêdana me kirin."
Husam destnîşan kir ku dema di destê rêxistinê da bûn, wan demên dijwar derbas kirin û wiha domand:
"Ez di rewşeke pir xirab da bûm û min nedikarî razêm. Rewş pir xirab bû. Pir sar bû. Ava germ tunebû. Heta nedihiştin em bi rehetî razin. Kesên ku me perwerde dikirin Erebên ji Hesekeyê bûn.
Di nav wan de Kurd jî hebûn. Piraniya kesên li kampê ji 18 salî biçûktir bûn. Gelek ji wan dixwestin ji wir birevin. Di nav me da Libnanî jî hebûn. Hejmareke mezin ji wan ji hêla rêxistinê va hatibûn desteserkirin û bi darê zorê anîbûn wê derê."
Husam destnîşan kir ku piştî operasyona artêşa Sûriyeyê ya ku vê mehê li rojava û rojhilatê Rûbarê Feratê da destpêkirin, terorîst ji herêmê derketin û ew di wê demê da hatin azadkirin û teslîmî hêzên Sûriyeyê bûn.
- "Seranserê 3 rojan tenê nan û bacan dan me"
Bekirê 16 salî ku çarenûsa wî û ya Husam weke hev bû, li Eynulerebê ji aliyê rêxistina terorê va hate desteserkirin û bi darê zorê hat çekdarkirin.
Bekir ji Humsa bajarê Sûriyeyê ye, piştî ku ji aliyê rêxistinê va bi zorê hate çekdarkirin, ji Eynulerebê ber bi kampeke li Reqayê, ya li rojhilatê Rûbarê Feratê, ku heta beriya operasyonê di bin dagirkeriya YPG/HSDyê da bû, hate şandin.
Bekir diyar kir ku piştî Reqayê, ew birine Hesen Derwêşê, ku ew jî di bin dagirkeriya rêxistinê da bû û rêxistinê bi zorê şopa tiliyên wan girtiye û li kampan ew perwerde kirine.
Bekir anî ziman ku wan di kampên perwerdeyê yên rêxistinê da rojên dijwar derbas kirin û wiha domand:
"Li wir (li Reqayê) zext li me kirin û şopa tiliyên me girtin. Piştî Reqayê, em birin Hesen Derwêşê. Piştra ji bo perwerdeyê, em birin akademiya parastina kesayetî.
Me firavîn xwar, û paşê diviya ku em şîvê bixwin. Ji me ra gotin ku ne şîv û ne jî av heye. Sê rojan tenê nan û bacan dan me."
Bekir destnîşan kir ku wan çend caran hewl da ku ji kampê birevin, lê terorîstan gef li kesên ku hewl didin birevin xwar û got, "Me çend caran hewl da ku birevin, lê me her tim dengê balafiran li ezman dibihîst. Tam di wê demê da, endamên rêxistinê dihatin û em ditirsandin, gef li her kesê ku hewl dide ji kampê derkeve dixwarin."
Bekir anî ziman ku ew jî mîna Husam, piştî operasyona artêşa Sûriyeyê ku çekdarên rêxistinê vekişiyan, ew hat azadkirin û teslîmî hêzên Sûriyeyê bû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
