Dinya

Zanîngehên Georgetown û George Washingtonê jî beşdarî xwepêşandanên Xezeyê yên li Amerîkayê bûn

Hakan Çopur  | 26.04.2024 - Rojanekırın : 28.04.2024
Zanîngehên Georgetown û George Washingtonê jî beşdarî xwepêşandanên Xezeyê yên li Amerîkayê bûn

Washington DC

 Li Amerîkayê xwendekarên li zanîngehên Georgetown û George Washingtonê yên li Washingtonê dixwînin jî beşdarî çalakiyên "berteka êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê" yên ku li kampusên zanîngehan ên li tevahiya welêt belav in, bûn.

Li Zanîngehên Georgetown û George Washingtonê yên Amerîkayê xwendekar sibehê li baxçeya kampusê civiyan.

Bi sedan xwendekarên ku li baxçeya ku li nîvê kampusa mezin a Zanîngeha Georgetownê ye civiyan dirûşmeyên "Filistîna Azad" û "Li Xezeyê demildest agirbest" berz kirin. Hin xwendekaran jî li cihên sînordarkirî yên ku polêsan destûr dan kon vedan.

Xwendekaran bi dovîzên di destê xwe da berteka xwe ya êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê nîşan dan û paşê heta kampusa Zanîngeha George Washingtonê (GW) meşiyan.

Bi sedan xwendekarên ku li baxçeya kampusa sereke ya Zanîngeha George Washingtonê hatin ba hev dirûşme berz kirin û piştgiriya xwe ya bo Xezeyê anîn ziman.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.