SELANÎK
Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglû ji bo pêwendiyan çû Selanîkê. Muezzînoglû piştî bernameya xwe ya li Selanîkê derbasî Gundê Kozlûkebîrê bû ku lê bûye û li vir serdanên malbatî kir.
Muezzînoglû li vir der barê mafên kêmneteweyan ên li Yûnanistanê de axivî.
Muezzînoglû destnîşan kir ku pirsgirêka mafên kêmneteweyan ên Rojavayê Trakyayê li Yûnanistanê pirsgirêkeke bingehîn e û wiha peyivî:
"Mixabin Yûnanistanê heta niha ji bo mafên kêmneteweyan gaveke erênî navêtiye. Lê di hevdîtinan de xuya dibe ku dilê wan heye ku gavan bavêjin. Dibêjin 'Em ê wiha bikin û filan tiştî biguherînin', lê bi vî awayî derbas bû û me tu tiştek nedît."