06 Adar 2021•Rojanekirin: 07 Adar 2021
Terorîstên YPG/PKKyî avêtin ser nexweşxaneyeke li Şixeyla navçeya Dêrazorê ya bajarê Sûriyeyê, zirar dan nexweşxaneyê û 7 xebatkarên tenduristiyê dîl girtin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, YPG/PKKya rêxistina terorê bi şev avête ser nexweşxaneyeke li Şixeyla navçeya Dêrazorê.
Terorîsên YPG/PKKyî zirar dan ekîpmanên tibî, kamerayên ewlehiyê yên nexweşxaneyê xirab kirin, ji xebatkarên tenduristiyê yên derb kirin jî 7 kes dîl girtin. Terorîstên bi vê jî neman agir berî 3 wesayît û motorsîkleteke nexweşxaneyê dan.
Rêxistina terorê paşê jî avête ser hin malên li dora nexweşxaneyê û 3 sivîl derdest kirin.
- Rewşa li Dêrazorê
Qisma li rojhilatê Çemê Feratê ya Dêrazorê ya piranî Ereb lê dijîn ji sala 2016an vir da bin dagiriya YPG/PKKya rêxistina terorê da ye.
Bi alîkariya komên Îran piştgiriyê dide wan û Rûsyayê va di mijdara 2017an da navend, hin herêmê rojhilat û rojavayê Dêrazorê ketin destê rejima Esed.
Ereben li herêmên di bin dagiriya YPG/PKKyê da dijîn gelek caran bêedaletî, cudakarî, şertê jiyanê, gendelî û bertîlan li herêmê protesto dikin.
Rêxistina terorê jî diavêje ser malên kesên tevlî protestoyê dibin, bi hin hincetan kal, nexweş û zarokan jî derdest dike.
Li gor daneyên Koma Mafên Mirovan a Sûriyeyê, aqûbeta 4 hezar kesên di şerê navxvweyî da bi destê YPG/PKKya rêxistina terorê hatin binçavkirin hê nayê zanîn.