25 Îlon 2018•Rojanekirin: 25 Îlon 2018
EZAZ
Rêxistina terorê YPG/PKK ev qederek e mixalifên li bakurê Sûriyeyê dide ber guleyên tacizê. Mixalif jî bersivê didin ku ji ber vê qasê pevçûn derdikevin.
YPG/PKK ji navçeya Til Rifetê ku du sal berê ji Efrînê ber bi rojhilatê başûr xwe berdabû xwarê û navçe dagir kiribû, ber bi hedefên Artêşa Azad a Sûriyeyê guleyên tacizê agir dike.
Artêşa Azad ku li Mareya li hemberî Til Rifetê ye, piştî ku bersiv da, li ser xeta Ezaz-Mareyê pevçûn derketin û ev sê roj in jî dewam dikin.
YPG/PKK bi topên hawanan êrîşî şêniyên vê derê dike. Pevçûn vêga zêde gur nebûne.
- Artêşa Tirkiyeyê teqwiye kir
Unsûrên Artêşa Tirkiyeyê ku li herêma Operasyona Mertalê Feratê ne, bi obusan va bersiv dan êrîşên topên hawanan.
Di vê navberê da Artêşa Tirkiyeyê eniyên ku li herêma Operasyona Mertalê Ferat dinihêre jî qewîn kirin.
Konvoyên Artêşa Tirkiyeyê bi qedera 30 wesayîtî va tank, wesayîta veguhastina personelan, obus û çekên giran ber bi herêmê sewq kirin.
- Rewşa Til Rifetê
YPG/PKK di serê 2016an da ji bo ku Efrînê û erdê ku li rojhilatê Çemê Feratê dagir kiriye bike yek, bi alîkariya hêza asîmanî ya Rûsyayê va ji Efrînê ber bi rojhilatê başûr va belav bûn û navçeya Til Rifetê û gundên wê bilez îşxal kirin.
YPG/PKKyê dema Til Rifet îşxal kir, 250 hezar sivîlên Ereb bi darê zorê da ser rêyan. Xelkê Til Rifetê jî çûn navçeya Ezaza di kontrola mixalifan da û li wê derê sitirîn.
Rêxistinê piştî îşxalê, malbatên ku ji Efrînê anîn, li Til Rifetê bi cih kirin.
Vêga li navçeyê qedera 15-20 hezar Kurd û Ereb dijîn.
Di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da hin gundên Til Rifetê ji terorîstan hatibûn safîkirin.
Ji aliyekî din va jî, li rojhilatê başûrê Til Rifetê li herêmeke piçûk hêzên rejima Beşar Esed jî hene.