05 Gulan 2020•Rojanekirin: 06 Gulan 2020
ANKARA (AA) - YPG/PKKya rêxistina terorê xwe nade ber ku pêşmergeyên li bakurê Iraqê ne vegerin û Fransa jî ji bo pirsgirêka di navbera Encumana Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) û rêxistinê da hel bike gelekî hewl dide.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hat hildan hevdîtinên di navbera ENKS û YPG/PKKya rêxistina terorê ya ku di Berfanbara 2019an da bi navbeynkariya Amerîka, Rûsya û Fransayê li ser hin mijaran lihevkiribûn û bi zora Amerîkayê ji nû va dest pê kir.
Hevdîtinên di navbera şandeyan da li bajarê Hesekê ev nêzî mehekê ye ku dewam dike. Serokatiya şandeya YPG/PKKyê Ferhad Ebdî yê bi navê Mazlûm Ebdî tê zanîn dike û di şandeya din da jî kesên Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî diyar kiribû, cih digirin.
Di Berfanbara 2019an da piştî lihevkirinê YPG/PKKyê li herêmên dest danî bû serê destûr da ku bila ENKS ofîsên xwe yên xebatê veke, endamên ENKSyê yên dîl girtibû berda û ji bo bikaribin li herêmê bi rihetî bigerin jî qismek şert û merc bi cih anîn.
Di hevdîtinên navbera YPG/PKK û ENKSyê hat kirin da biryar hat dayîn ku bila lijneya rêveberiyê ya tayînkirinê bike rewacê bê damezrandin û heta niha pêşveçûnek pêk nehat.
Çavkaniyên agahî dan dibêjin ku di mijara siyasî û darayî ya rêveberiyê da bi piranî lihevkirin pêk hat lê mijara ku nehatiye helkirin rewşa pêşmergeyan e. Lewra pêşmergeyên ku ENKSyê niha li bakurê Iraqê bi cih kiriye bo vegerin Sûriyeyê li benda lihevkirinê ne lê tê gotin ku veger û piştî vegerê karê ku wê bikin nehatiye eşkerekirin û niha pirsgirêka sereke ya hevdîtinê jî ev mijar e.
- Fransa careke din derket holê
Fransa ji bo ku YPG/PKKyê meşrû nîşan bide dîsa ya ji dest tê dike û ew ji destpêka hevdîtina di navbera herdu aliyan da heta niha rûdanan ji nêz va dişopîne û lê xwedî derdikeve.
Rayedarên Fransayî ji bo ku pêşmergeyên ENKS li bakurê Iraqê daye sekinandin vegerin herêma di bin dagirkeriya YPG/PKKyê da ye gelekî hewl didin.
Di vê çarçoveyê da rayedarên Fransayî duh di navendeke çandê ya li navçeya Rumeylana destê YPG/PKKyê da ye bi hemû nûnerên herêmê ra hatin bal hev.
YPG/PKKyê dema bakurê Sûriyeyê dagir kir nehişt ku endamên ENKSyê yên muxalîf xebatên xwe bibin serî, hêzên wan ên çekdar tesfiye kir, gelek siyasetmedarên wan binçav kir û ofîsên wan jî girt.
ENKS bi fikr, raman, hewl û xebatên xwe nêzî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye û lîderê PDKyê jî Mesûd Barzanî ye.