YPG/PKK digel peymana bi Rûsyayê ra ji Taxa Tayê ya li Qamişloyê venakişe
Li Qamişloyê bi navbeynkariya Rûsyayê va di navbera YPG/PKK û hêzên rejima Esed da lihevkirin pêk hat, şer sekinî lê rageşiya di nav herdu aliyan da dewam dike.
Kamışlı
YPG/PKKya rêxistina terorê digel agirbest û lihevkirina bi navbeynkariya Rûsyayê pêk hat va li Qamişloyê ji Taxa Tayê ku di encama şerê bi hêzên rejima Beşşar Esed ra kiribû bidest xist, dernakeve.
Di navbera 20 û 25ê Nîsanê da li navenda navçeya Qamişloyê di navbera endamên YPG/PKKya rêxistina terorê û koma milîs a çekdar a bi navê "Dîfa El-Vatanî (Ewlehiya Neteweyî)" ku girêdayî rejima Esed e da şer derket.
Ji herdu aliyan jî bi dehan kesî can da û endamên YPG/PKKya rêxistina terorê Taxa Tayê ya di kontrola hêzên rejimê da bû bidest xistin.
Hêzên rejimê ji bo ku taxê paşve bistînin hewl dan şerekî dijwar çêbû û şêniyên taxê ji malên xwe derketin.
- YPG/PKK, li gor peymanê tevnagere
Rûsya ji bo ku şerê di navbera herdu aliyan da bide sekinandin careke din tevlî meseleyê bû.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan fermandarên payebilind ên Rûsyayê ku berpirsê herêmên li rojhilatê Feratê ne di 25ê Nîsanê da li Balafirgeha Qamişloyê bi nûnerên herdu aliyên şer dikin ra hatin bal hev.
Di hevdîtinê da lihevkirin ku bila terorîstên YPG/PKKyî ji Taxa Tayê derbikevin û hêzên polêsan ên rejimê bên şûna wan.
Ji bo vê jî herdu aliyan lihev kir ku wê hêzên Dîfa El-Vatanî nekevin taxê û bo vê jî wê destûr neyê dayîn.
Piştî ku lihevkirin pêk hat Rûsyayê bo vekişînê qasî rojekê destûr da ku YPG/PKK ji Taxa Tayê vekişe. Wextê hatibû dayîn qediya û rêxistina terorê ji taxê dernakeve.
Şêniyên taxê jî piştî lihevkirinê vegeriyan ser mal û milkên xwe.
Bi navbeynkariya Rûsyayê YPG/PKK û hêzên rejima Esed da li hev kirin, şer sekinî lê rageşiya di nav herdu aliyan da dewam dike.