Dinya

YPG/PKK bi hinceta DEAŞê çavê Ereban ditirsîne

YPG/PKKya rêxistina teror li Dêrazorê li navçeya Şiheyla ku protestoyên dijî wê tên kirin bi hinceta "têkoşîna dijî DEAŞê" ji bo ku çavê gel bitirsîne "operasyona" qaşo da destpêkirin

16.05.2019 - Rojanekırın : 17.05.2019
YPG/PKK bi hinceta DEAŞê çavê Ereban ditirsîne

Ankara

YPG/PKKya rêxistina terorê li Dêrazorê li navçeya Şiheyla ku piraniya wê Ereb e û lê xwepêşandanên dijî rêxistinê tên kirin bi hinceta "têkoşîna dijî DEAŞê" operasyona qaşo da destpêkirin.

Çavkaniyên herêmî yên ku agahî dan AAyê dan zanîn ku YPG/PKKya rêxistina terorê li bajarê Dêrazorê li navçeya Şiheyla ku lê piranî Ereb dijîn duh dijî hucreyên veşartî yên DEAŞê operasyon da destpêkirin.

Rêxistina terorê êrîşî navçeya Şiheyla ku bû wek navenda xwepêşandanên dijî YPG/PKKyê li navçeya ku lê piranî Ereb dijîn û eşîr hêzdar in hêza xwe nîşan da û hedefa wê ew e ku dawiyê li berxwedana gel bîne.

Rêxistin duh ji bo şev bi hinceta girtina "bermayiyên DEAŞê" agir bi nêzî 200 donim eraziyê li hawirdorê Şiheylê xist.

Li rojhilatê bajarê Dêrazora ku li sînorê Iraqê cî digire û Ferat kiriye du parçe YPG/PKKya ku Amerîka piştgiriyê didê li rojavayê wê jî rejima Beşar Esed û komên terorîst ên biyanî yên ku Îran piştgiriyê didê û mitefîqê rejimê ne bi cî bûne.

Li Dêrazorê gelê Ereb ji 25ê nîsanê vir va xwepêşandanên dijî YPG/PKKyê li dar dixin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın