YPG/HSDya rêxistina terorê nahêle sivîl ji Dêr Hafirê derkevin
Syria
YPG/HSDya rêxistina terorê nahêle sivîl ji herêma Dêr Hafirê ya ku dikeve bakurê bajarê Helebê derkevin.
Li gorî agahiyên ku nuçegihanê AAyê ji rayedarekî Yekîneya Çavdêriyê ya Dêr Hafirê sitand, rêxistina terorê nahêle sivîl ber bi herêma Himeymeyê va biçin, ku ji aliyê rayedarên Sûriyeyê va wekî navendeke texliyekirina pêşîn hatiye destnîşankirin.
Li gorî agahiyên nûçegihanê AAyê yê li herêmê, îro serê sibê li nêzîkî xala kontrolê ya li herêma Himeymeyê ku bi qasî 5 kîlometreyan dûrî Dêr Hafirê ye, sivîlan dest bi kombûnê kir.
Her wiha ambulans ji bo piştgirîkirina sivîlan hatin şandin herêmê.
Her çend dihat payîn ku derketin, bi dema herêmî li dora saet 09:00an dest pê bikin jî, tê ragihandin ku YPG/HSDya rêxistina terorê rê li ber sivîlan digire ku ji herêmê derkevin.
- Rayedarên artêşa Sûriyeyê: YPG/HSD nahêle ku sivîl ji Dêr Hafirê derên
Rêxistina terorê YPG/HSD ji ber ku Dêr Hafira li rojhilatê Helebê dagir kiriye, nahêle ku sivîlên niştecihên wir, ji herêmê derên.
Artêşa Sûriyeyê li ber xeta Dêr Hafira ku di destê rêxistina terorê da ye, gelek esker û techîzatên eskerî bi cih kirin. Ev der nêzî 60 kîlomêtreyî dûrî navenda Helebê ye.
Artêşê duh daxuyanî dabû û şikra îro ra gotibû ku sivîl dikarin ji 09.00î heta 17.00î ji Dêr Hafira ku di dagirkeriya rêxistina terorê da ye, derkevin û ji bo sivîlan korîdor wê were vekirin.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên artêşa Sûriyeyê hilda, YPG/HSD bi zora sîlahê va nahelê ku sivîl ji herêmê derên.
Rayedarekî eskerî yê ku nexwest navê xwe bide û berpirsê texliyekirina sivîlên Dêr Hafirê ye, wiha got, "Me korîdora însanî vekir. Artêşa Sûriyeyê dixwaze ku sivîlan ji vê herêma ku rêxistina terorê dagir kiriye, bi awayekî ewle texliye bike. Ji bo vê hemû tevdîr hatin hildan, lê rêxistina terorê bi zora sîlahê va nahelê ku sivîl ji herêmê derên."
Berî niha artêşa Sûriyeyê operasyon biribû ser Eşrefiye û Şêx Meqsûda taxên Helebê û di wê operasyonê da jî rêxistina terorê nedihîşt ku sivîl ji qada pevçûnê derên û sivîl wekî mertalê zindî bi kar dianîn.
- Ekîbên tenduristiyê yên Sûriyeyê ji bo rizgarkirina sivîlên Dêr Hafira ku di binê dagirkeriya rêxistina terorê da ye, amade ne
Fermandarê Parastina Sivîlan a Midûriya Rewşa Afat û Acilê ya Heleba Sûriyeyê Faysal Mihemed Elî diyar kir ku ji bo texliyekirina sivîlan ew li herêmê amade ne.
Eskerên Sûriyeyê li Humeymeya nêzî Dêr Hafira ku rêxistina terorê YPG/HSDyê dagir kiriye, baregeha kontrolê daniye. Elî li baregeha kontrolê ji nûçegihanê AAyê ra axivî û wiha got, "Em ji bo alîkariya texliyekirina sivîlan hatin vê derê. Ekîbên tenduristiyê yên girêdayî komîsyona me ya tenduristiyê û ambulans jî li vê derê amade ne."
Elî got,"Sivîlên ku dixwazin ji vê derê derkevin, em alîkariyê wan dikin û wan derbasî cihên ku dixwazin herinê, dikin. Ekîbên parastina sivîlan ji bo geşedanên nû hişyar û bendewar in. Ji bo silametiya sivîlan, midaxeleya tenduristiyê û îhtimala xelaskirinê me ji her alî va amadehiyên xwe kirin."
Rayedarên artêşa Sûriyeyê ragihandibû, rêxistina terorê bi zora sîlahê va nahelê ku sivîl ji herêmê derên.
- Niştecihên Dêr Hafira li Sûriyeyê dibêjin ku YPG/HSDya rêxistina terorê sivîlan ji bajêr dernaxe
Niştecihên Dêr Hafira li Sûriyeyê ya dibin dagîrkeriya YPG/HSDya rêxistina terorê da, dibêjin ku rêxistina nahêle sivîl ji bajêr derkevin, yên ku dixwazin derkevin jî tê tehdîdkirin.
Li gorî agahiyên ku nuçegihanê AAyê ji niştecihên bajêr bi dest xist, terorîstên YPG/HSDê li xala kontrolê ya li deriyê Dêr Hafirê ku dikeve rojhilatê Helebê rê li ber kesên ku dixwazin ji bajêr derkevin digirin.
Sivîlekî Sûriyeyê yê ji Dêr Hafîrê ku navê wî nehat eşkerekirin got ku ew li xaleke kontrolê ya li dervayî bajêr hatine rawestandin, û wiha pê da çû :
"Em li xala kontrolê hatin rawestandin û wan got ku hûn nikarin derbas bibin. Min ji wan ra got ku ezê jin û zarokan bişînim Helebê û li Dêr Hafîrê bimînin. Ez sond dixwim bi Xwedê, wan nehiştin em derbas bibin."
Sivîlekî din ji Dêr Hafîrê ragihand ku YPG/HSDya rêxistina terorê rê li ber derbasbûnê girtin û gotin, "Em rê nadin derbasbûnê heta ku bariyer neyên rakirin; rê bi mayînan hatiye girtin, û her kesê ku derkeve berpirsiyarê kiryarên xwe ye."
Rayedarên artêşa Sûriyeyê jî ragihandibûn ku rêxistina terorê bi zora çekê rê li ber sivîlan digire ku ji herêmê derkevin.
Ji aliyê din va yekîneyên artêşa Sûriyeyê nêzî 5 kîlomêtre dûrî Dêr Hafirê baregeha kontrolê danî. Eskerên Sûriyeyê yên vê derê gotin, ji ber ku rêxistina terorê nahêle, hê tu sivîl ji herêmê derneketin.
- Sivîlên Sûriyeyî digel astengiyên YPG/HSDê ji bo derketina ji herêma operasyonê li rêyeke ewle digerin
Sivîlên Sûriyeyî yên ku li rojavayê Rûbarê Feratê li herêmên di bin dagîrkeriya YPG/HSDya rêxistina terorê da dijîn, digel astengiyên rêxistina terorê ji bo derketina ji herêma operasyonê li rêyeke ewle digerin.
Korîdora mirovî ya ku artêşa Sûriyeyê ji bo texliyekirina sivîlên ku li deverên rojavayê Rûbarê Firatê dijîn ku berê wekî herêmeke eskerî îlan kiribû û di bin dagîrkeriya YPG/HSDya rêxistina terorê da ne, aktîf kir, îro serê sibehê vebû.
Bi hezaran sivîlên ku dixwazin bi awayekî demkî werin texliyekirin, îro serê sibê ji herêmên Dêr Hafir û Meskenê yên li rojavayê Rûbarê Feratê, ku ji aliyê YPG/HSDyê va hatine dagirkirin, derketin rê.
Di heman demê da, rêxistina terorê, bi armanca ku sivîlan di operasyoneke muhtemel a artêşa Sûriyeyê da wekî mertalên zindî bikar bîne, rê li ber texliyekirina nifûsa herêmî digire.
Hat dîtin ku endamên rêxistina terorê gelek beşên rêya sereke ya M15ê, rêya sereke ya ku Dêr Hafir bi Helebê va girêdide û wekî korîdorek mirovî tê armanckirin, bi blokên betonî girtine da ku pêşî li texliyekirina sivîlan bigirin.
Wekî din, tê ragihandin ku gelek beşên rêya sereke ya M15ê bi teqemeniyên destçêkirî hatine dafikandin. Di encamê da, bi hezaran sivîlên ku dixwazin tehliye bibin hewl didin ku bi peya ji herêmê derkevin.
Bi hezaran sivîl, di nav da jin û zarok jî, tevî astengiyên ku ji hêla rêxistina terorê va hatine çêkirin, li rêyên derketinê yên ewle digerin da ku heta ku operasyon biqedin, bi awayekî demkî ber bi deverên ewle va biçin.
