YPG/HSDya rêxistina terorê li Hesekeya bajarê Sûriyeyê derdestkirina Ereban didomîne
Ankara
YPG/HSDya rêxistina terorê li Hesekeya bajarê Sûriyeyê ya li bakurê welêt ya ku dagir kiriye, heta şev dereng jî gelek kesên ku bi eslê xwe Ereb in derdest kir.
Li gorî agahiya ku nûçegihanê AAyê da, her çiqas rêvebiriya Şamê hişyarî dabe jî, YPG/HSDya rêxistina terorê li Hesekeyê guh neda hişyariyan û duh şev jî Ereb derdest kirin.
Li Taxên Emiriye û Guweryanê yên li Hesekeyê Ereb ji hêla endamên rêxistina terorê va hatin derdestkirin.
Endamên rêxistina terorê yên ku bi zora çekan Ereb girtin, ew birin cihekî ku nayê zanîn.
Li gorî daxuyaniya şahidan, endamên rêxistinê li van kesan xistin, bi zora çekan ew li wesayîtan siwar kirin û birin cihekî ku nayê zanîn.
Rêxistina terorê piştî agirbesta ku di 20ê Çileya Paşîn da dest pê kir şeva din jî li Hesekeyê gelek Ereb derdest kiribûn.
Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhaf Ebû Qesra di daxuyaniya xwe ya duh da gotibû YPG/HSDya rêxistina terorê li bajarê Hesekêya li bakurê rojhilatê welêt ku dagir kiriye dijî sivîlan derdestkirinên li gorî kefa xwe dike û ev tevger jî ne li gorî agirbestê ye.
- YPG/HSDyê li Sûriyeyê li herêmên dagir kir "qutiyên konserveyê û pakêtên çay" bi teqemeniyan kirin dafik
Li Sûriyeyê li herêmên ku di bin dagiriya rêxistina terorê YPG/HSDyê da bûn û artêşa Sûriyeyê rizgar kirin, dîmen derdikevin holê ku rêxistinê "qutiyên konserveyê û pakêtên çay" bi teqemeniyan kirine dafik.
Di navbera artêşa Sûriyeyê û rêxistina terorê YPG/HSDyê da di êvara 20ê Rêbedanê da agirbesta 4 rojî hat îlankirin. Artêşa Sûriyeyê di demên dawîn da li gundewarên Helebê, Reqa û Dêrazorê gelek herêm ji YPG/HSDyê rizgar kirin.
Ji herêmên YPG/HSD jê vekişiya, dîmen derdikevin holê ku rêxistinê, alavên ku sivîl dê biemilînin bi teqemeniyan kirine dafik.
Di dîmenan da yên li ser medyaya civakî hatin parvekirin, xuya kir ku qutiyeke metal a konserveyê ya bêyî etîket, bi teqemeniyê kirine dafik.
Her wisa hin dîmenên din jî hatin parvekirin ku tê da qutiyeke çay dixuyê ku di bin da kablo hene û bi teqemeniyê kirine dafik.
Di medyaya civakî da hat parvekirin ku rêxistina terorê li bajarê Hesekeyê wesayîtên terikandine, bi teqemeniyan kirine dafik.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
