YPG/HSDya rêxistina terorê li Heleba bajarê Sûriyeyê êrîşî mewziyên artêşê û cihên sivîlan kir
Istanbul
Li gorî agahiyan, YPG/HSDya rêxistina terorê li Heleba bajarê Sûriyeyê êrîşî mewziyên artêşê û deverên sivîlan kir.
Çavkaniyekî eskerî yê ku ji kanala televîzyonê ya fermî ya Sûriyeyê El-Ixbariyeyê ra axivî, daxuyand ku rêxistina terorê bi wesayîtên bêmirov ên esmanî (ÎHA) û çekên giran va êrîşî mewziyên artêşê û malên sivîlan ên li nêzî gundê Hemîmayê yê li rojhilatê Helebê kir û hê ne diyar e ku di êrîşê da kuştî hene yan na.
Li gorî agahiyan, artêşa Sûriyeyê li dijî êrîşên rêxistinê bi topan mewziyên YPG/HSDê yên li dora Deyr Hafirê gulebaran kir.
Kanala El-Îxbariyeyê daxuyand ku duh sivîlekî ku hewl dida bi motorsîkleta xwe ji Deyr Hafirê derkeve, ji aliyê nîşangerekî rêxistina terorê yê ku li herêmê bi cih bûye va hat gulebarankirin û got kuştinên rêxistinê yên li qadê bê navber dewam dikin.
